DESTPEK

Wekîla Hevserok a DTP’e Selma IRMAK: Qelenê wê çi qas giran be jî em ê di meclîsê de tekoşîna xwe bidomînin

Azad ZAL: Ez pêşî di der barê DTP û helbijartinan de bipirsim. DTPê wek stratejî îja namzetên serbixwe derxist pêş. Hikûmet û dewletê hinek astengiyan derxistin pêşberê wê. Hawê ku tê analîzkirin hûn ê di ser 30yî de parlamenteran bişîne meclîsê. Bi vê startejiya hanê DTP dixwaze çi bike? Li gorî analîstên siyasetê ku tiştek bi vî rengî pêk were ew ê hem bendava % 10 derbas bibe û hem jî di meclîsê de êdî ew ê dema kurdan dest pê bike. DTP ji vê re amade ye? Ji niha de DTP ji bo vê çi difikire?Selma IRMAK: Berê her tiştî ez dixwazim vê bibêjim ev bendav li hemberî Kurdan e. Pîştî darbeya 12 Îlonê û heta îro ev bendav pêk tê û bi zêdayî jî ji bo ku îradeya Kurdan nekeve meclîsê ev bendav heye. Îllam dibêjin DTP û partiyên beriya DTP; DEHAP,

 

HADEP û her wiha… Heta roja îro xeta me ya siyasî ya rêxistinî tim û daîm di riyekî aştiyane de meşiyaye. Xwestiye ku diyalogek ava bike û pirek ji bo dialog û aştiyê veke. Lê mixabin ev pir nehat avakirin. Car bi car hate xirakirin. Heta xwestin ev bendav bi awayekî din jî bê meşandin. Hem hinek tişt mîlîtarîze hatin kirin, hinek tişt hatin krîmînalîze kirin. Xebata me ya siyasî û demokrasiyê hate terorîze kirin û bi vî awayî bendavekî ne bitenê ji hêla siyasetê ve û zagonan ve; wan xwest di hişê civakê de jî ev bendav bê avakirin. Ji ber vê me ev biryar girt. Me got ev bendav nayê daxistin, lê divê em çareyek ji vê re bibînin, em riya demokrasiyê bibînin. Em dibên gere em xwe bigihînin gelê Tirk, em xwe bigihînin raya giştî. Heta îradeya Kurdan nekeve meclîsê çareserî pêk nayê. Em dibên heya îradeya Kurdan di vê meclîsê de cih negire Pirsgirêka Kurdan nayê çareserkirin. Dev ji çareserkirinê ber de nayê ziman. Beriya niha Erdogan gotibû ku ‘hûn bibêjin pirsgirêka Kurd tune ye, tune ye!’ Ev tê wê wateyê ku ji çareserkirinê wêdetir hê di asta înkarkirinê de ye. Ji ber vê me ev biryar stand. Gelê me jî daxwaz dikir. Siyaseta me jî bi vî awayî di xitmandinekî de bû. Diviya ku bendava hundirê xwe jî ji ser xwe biavêtana. Me dixwest ku em bi navê xwe tev li helbijartinan bibin. Me dixwest ku em bi îradeya xwe ya siyasî di meclîsê de cih bigirin. Lê wekî din çare nema bû. Ji bo vî hawî jî me ev rê xist pêşiya xwe. Em wekî DTP ji helbijartinan vekişiyan û em piştgiriya namzetên serbixwe dikin. Em bi vî awayî dixwazin dîwarek qul bikin û belkî hêviyek ji me re çê bibe. Tu caran ew ê ji meclîsê avêtina DEPiyan ew ê neyê jibîrkirin

A.Z.: We got em ê îja dîwar qul bikin û bikevin meclîsê; hem ji ber bendavê û hem ji ber astengiyên dinê. Di sala 1991ê de jî dîwarê meclîsê hate qulkirin û namzetên Kurdan ketin meclîsê. Û paşê astengî hatin derxistin. Wan parlamenteran ji meclîsê hatin avêtin. Niha DTP ji tiştekî wisa re amade ye yan na? DTP ew ê çawa tev bigere?

S. I. : Niha wekî ku tê zanîn bi îtîfaqa, bi hêviyek mezin me deriyan şikand û em ketin hundir. Ew dem demekî pir xedar bû. Şer gelekî dijwar bû. Di wê demê de ketina meclîsê gelek bi wate bû. Ew dem hebûn û tunebûna Kurdan dihate nîqaşkirin. Dev ji pirsgirêka Kurdî ber de, gotina Kurd, qedexe bû. Kurd nedihate telefuzkirin. Di demekê wisa de hevalên me ketin meclîsê û em karin bibêjin ku bingehek avakirin. Yanî ketina wan a meclîsê û gotinên wan ên di meclîsê de, rewşa wan ya meclîsê em karin bibêjin ji bo Kurdan bû mîladek. Ji wê demê vir de li gora wan hinek tişt têne guhertin. Ew bûn mînak. Em ê jî wê pê de berdewam bikin. Hevalên me wê demê bingehek danîn, derî vebû. Lê wekî ku hûn jî dizanin, bi pasikula birêz Orhan Dogan hate girtin, kirin erebeyan û ew hevalên me ji meclîsê hatin avêtin. Kurd tu carî vê yekê ji bîr nakin. Tu cara ew ji bîra Kurdan neçû. Xwedî derketina hevalên me yên DEPî mirov kare bi vî awayî watedar bike. Ew ji bo me bûne wek sembolek. Ew her yek kelakî ne.

 

Em dibêjin riya demokrasiyê dûr û zehmet e. Ev rê bi strî ye. Em amade ne. Belkî wek M. Sîncar, Wedat Aydin yên din em bên qetilkirin jî. Belkî careke din ji bo gotinekî ji bo pirsekî, ya jî ji bo biratiya gelan hewldanekê me hebe û me ji meclîsê biavêjin. Em û namzetên ku em piştgiriya wan dikin, naçin li meclîsê rûnanên. Ji bo rûniştinê û ji bo koltixê naçin meclîsê. Ne tenê ji bo ku bibin parlamenter derin meclîsê. Em gomlekekê ji agir li xwe dikin û diçin. Topekî agir dixin destê xwe û dimeşin. Ji bo armancekê dimeşin, hêviyê gelekî bi xwe re dibin. Hêviya gelê Kurd û gelê Tirk bi xwe re dibin. Barê wan gelek giran e. Qelenê vî barî jî heye, wî qelenî jî dane ser milê xwe. Em di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyeyê rewş hatiye guhertin. Gelek tişt hatine guhertin. Çi qas bixwazin veşêrin jî, niha di qada siyasetê de hemû partiyên Tirkan, siyasetmedarên Tirkan li ser pirsgirêka Kurd siyasetê dikin. Li ser pirsgirêka kurda li hev û din dixin, zor didin hev. Gotinên wan tim li ser vê ne. Ev jî tê wê wateyê ku pirsgirêka kurd êdî di rojeva kurd de cih girtiye. Qebûlkirina Kurdan êdî li paş maye. Êdî dem dema çareseriyê ye.

A.Z. : Belê dema çareseriyê ye, lê tiştek heye. Di nava siyasetmedarên Tirkan de nîqaşek heye. Ben didin destê hev. Bahçelî dibêje Hikûmatê çima îdam rakir, AKP jî dibêje di destê we de bû we çima nekir? Her wiha Baykal jî tiştên wiha dibêje. Vê yekê kirine navgîna siyasetê. Dibe ku ev bibe bingeha hinek tiştên din, dibe ku di meclîsê de rewşê mîlîtarîze bikin û daxwaza vê zagona betalkirina îdamê were rojevê; dibe tiştên din bibin û DTP di meclîsê de be, ew ê helwesta we li hember rewşa Ocalan ew ê çawa be? Dibe ku DTP bibe hevparê hikûmatê di vê rewşê de ew ê çawa tev bigere?

S. I. : Berê her tiştî ez vê bibêjim siyasetek li ser jiyana mirovan, li ser tiştekê wiha taybet siyaset meşandin bêexlaqiya siyasetê ye. Gotinên kesa ku qet nema be, di tûrikê wan de tiştek nema be ew ê van tiştan bibêjin. Ew ê ben bavêjin cem hev, ew ji hev re bibêjin te çima dalneqandiye û tiştên din. Yanî ew ê li ser xwînê, li ser jiyana mirovan siyasetê bikin.Rewşa siyasetmedarên Tirk, ya Tayîb Erdogan jî ya Bahçelî jî, ya Baykal jî ku berdevkê artêşê ye tev bi vî awayî ye. Dema îdam were rojevê em ê helwesteke tund nîşan bidin

Em karin vê bibêjin ku rakirina îdamê tiştekê pir bixêr bûye. Ev bûye sedem ku bidarvekirina Tirkiyeyê ji holê rabûye. Rakirina îdamê rakirina îdama Tirkiyeyê bûye. Li Tirikiyeyê her ku kesek hatiye îdamkirin bi xwe re Tirkiyeyê jî îdam kiriye. Ev biryar rûspîtiya Tirkiyeyê ye. Siyaseta ku li ser vê ‘çima îdam hatiye rakirin û hwd.’ tê kirin siyasetekî pir qirêj e. Ez vê bibêjim biryarê ku hatiye girtin êdî paş de nayê girtin. Lê ez vê bibêjim ne tenê ji bo birêz Ocalan, ji bo Kurdan, ji bo Tirkan, ji bo Demokrasiyê çi lazim be namzetên serbixwe yên Hezar Hêviyan ew ê helwesta xwe diyar bikin. Ev qelenê wê çi dibe bila bibe ew ê helwesta wan hebe. Dibe ku qelenê vê zindan be, dibe ku ji meclîsê avêtin be, dibe ku tiştek din be ew bedel ew ê bê dayin. Lê ew ê seknekê hebe, seknekê demokratîk ew ê hebe. Em karin bibêjin wê mîlada ku hevalên me yên HEPî destpêkirine ew ê di vê demê de bê dewamkirin.

Tê zanîn ku wê demê rengê kesk û sor û zer qedexe bûn. Li Batmanê û li hin derên din ji lembên trafîkê jî kesk ku rengê navneteweyî ye hati bû derxistin. Tiştek ecêb bû li tu derekê dinyayê nehatiye dîtin. Ji bo ku vê rewşê bê guhertin hevalên me kesk û sor û zer li ser xwe pêçan wekî sembol ketin meclîsê. Wê demê gotina Kurd qedexe bû. Ji ber vî awayî hevalên me ew gotin anîn ziman; Hevala me Leyla got ku “Ez vê sondê ji bo gelê Tirk û gele Kurd dixwim.” Ji vê hevokê xweştir, ji vê hevokê zelaltir hevok ez bawer nakim ku hebe. Ev helwest helwestekê ji dil bû rast bû. Em dibêjin hevalê me mîrasek avakirin û ew ê bi awayekê din berdewam bibe. Em li wê helwestê xwedî derdikevin. Bila kes şaş fêm neke.

Car carna çapemenî dipirse, dixwazin namzetên me tengezar bikin. Dibên ku ‘hûnê jî wekî Leyla Zana û hevalên wê helwestekê deynin yan na?’ wekî ku wan tiştek ecêm kiribe dipirsin. Li gora siyaseta wê demê, li gora rewşa wê demê tiştek rast bû. Niha jî dibe astengî bêne derxistin. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo avakirina demokrasiyê, ji bo ku siyaseta Tirkiyeyê paqij bibe, namzetên me ew ê xwedî helwestekî bin. Ku îdam bê rojevê em ê ji sedî sed helwestekê tund nîşan bidin. Ev hebûn û tinebûna me ye. Ji bo hebûna zimanê Kurdî û ji bo qebûlkirina zimanê kurdî em ê heta dawiyê xwediyê helwestê bin. Me soz û peyman daye. Ji bo ku em van soz û peymana bînin cih em ê di meclîsê de kar bikin. Ya din kotaya jina heye. Ji bo di leyhê jinan de zagon bêne guhertin em ê heya dawiyê rawestin. Ji bo nasnameya me, ya gelê kurd; wekî nasnameya çandî, ya civakî, her wiha ev nasname her tiştî di xwe de diderbirîne, ji bo ev nasname bê qebûlkirin em ê xwedî helwest bin. Ji bo Anayasa (Destûra Bingehîn) ji nû ve bê nivisandin em ê tev bigerin. Rengê hêstrên çavan ji hev ne cuda ne.

 

A.Z. : We got ku siyasetmedarên Tirk li ser têgîn û peyvên faşîzanî li qada siyasetê propaganda dikin. Û ev li ser dijraberiya Kurdan e. Bi girtina birêz Ocalan re Ecevît bû îktîdar, niha jî Erdogan, Baykal, Bahçelî û yên din bi hev re ketine pêşbaziyê ku li ser rewşa Kurdan û Ocalan dengan bigirin. Di vê rewşê de DTP çi dike? Namzeta serbixwe ya Amedê Aysel Tugluk got ku em ê kêmasiyekî xwe temam bikin. Em ê tev li merasîma cenazeyên leşkeran jî bibin… Piştî helbijartina ew ê DTP çawa tev bigere?

S. I. : Em dibêjin rengê hêstrên çavan ji hev ne cuda ne. Dilê hemû dayikan wekî hev dişewite. Agir dema dikeve malekê di eynî dereceyê de dişewitîne. Hevala Aysel Tugluk gotinên me yên her timî aniye ziman. Em ji bo cenazeyên gerilla çi qas diêşên em we qasî ji bo cenazeyên eskeran diêşên. Em naxwazin dayikê gerîlla bigirîn em ew qas naxwazin dayikên eskeran bigirîn. Girîna dayikan ji bo me dilşewatiyek mezin e.Dayika Kurd û dayika Tirk ji bo me ne cuda ne. Zarokên dayikan têne kuştin. Zarokên Erdogan nayên kuştin, zarokên generalan nayên kuştin, zarokên ew ê ku vî şerî didomînin nayên kuştin zarokên dayikan têne kuştin. Ji bo me şerm e ku em cudabûnek têxin nava dayikên kurdan û yên tirkan. Ji bo ku ev agir bê temirandin bi tenê ew dayik karin çareser bikin. Tenê ew dayik karin dest bidin hev û rê li ser çareseriyê vekin. Ew karin dengê xwe bigihînin leşkeran. Ji her du hêlan de jî… Ji bo vî awayî jî cenazeyên eskeran ji bo me wendakirine.Mirinên ciwanan ji bo me wendakirine. Ew ciwan eskerin jî gerîlla ne jî. Em bi her du aliyan jî diêşên. Em naxwazin tu cuwanê vî gelî vî axî bêmirad herin. Xebatên me ji bo vê ye. Em dibên aştî hebe. Divê ev şer hebe. Divê dengê me here hev… Niha guh hatine girtin, ji ber vê jî guh hatine girtin loma ku şer dewam dike. Qîrîna me ji bo vê ye. Em ê pir bixebitin û hemû namzetên xwe derbixin

A.Z. : Li stenbolê namzetên serbixwe yên DTPê û yên çepgir yên Tirkiyeyê hene. Vana çi qas bi hev re ne? DTP çi qas piştgirî dide? DTP çi qas piştgirî dide Baskin Oran, dide Ufuk Uras û yên din? Dema hûn bikevin meclîsê ew ê her kes di riya xwe de here, ya jî ew ê wekî îtîfakê hûn ê bi hev re bin?

S.I. : Di dema avakirina DTPê de jî gotinek me hebû. Me digot ku em dixwazin Tirkiyeyê bi tevahî hemêz bikin. Ew ê ne tenê bibe partiya Kurdan, ya etnîkî, ew ê bibe partiya tevekî gelan, yên Tirkiyeyê. Ne Kurd û Tirk, kî bixwaze bila di vê meclîsê de cih bigire. Divê vê meclîsê bibe meclîsek rengîn, meclîsa mozaîka Tirkiyeyê û bi vî awayî em karê xwe pêk bînin. Siyaseta me ev e. Di meclîsa me de niha hevalên me yên Ermenî hene, yên Ereb hene, yên Tirk hene, çepgirên tirkan hene, kesên ku ji siyaseta Alewiyan tên hene, kesên dîndar hene. Yanê meclîsa me hîna jî wisa rengîn e. Ev polîtîkayeke me ji xwe re diyar kiriye û em pêk tînin. Di van helbijartina de jî em heman tişt dibêjin. Berê niha jî di helbijartinan de bi partiyan re îtîfaqek me hebû. Li ser navê SHP em bûn yek partî û em ketin helbijartinan. Vê demê jî me got em dixwazin bi çepê Tirkiyeyê re, bi rewşenbirên re hevpariyek pêk bînin. Bi wan re jî em hêza xwe zêde bikin. Çi qasî hewcetiya wan bi me heye, ew qas a me jî bi wan heye.

 

Ji bo bi dawîbûna vî şerî, ji bo dengê aştiyê hîn bilind bibe em dixwazin ku pirek di navbera me de çê bibe.

Serokê EMEPê Lewent Tuzel, yê ODPê Ufum Uras, Serokê rûmetê yê SDP Akin Birdal di nav me de ye. Baskin Oran jî wekî rewşenbîr, wekî wîcdanê Tirkiyeyê, bi rastî em bi vî awayî dinirxînin, û bi vî awayî piştgiriya wî dikin. Belkî ne di nava namzetên ‘Hezar Hêviyan’ de ye. Navê wî bi vî awayî derbas nabe, ev daxwaziya wî ye, em jî a rast viya bibînin. Her kes ne mecbûr e bibe namzetê me, ya jî bi navê me naskirin. Baskin Oran bi fikre xwe serbixwe ye, bi wicdanê xwe serbixwe ye. Em dixwazin kesên wek Baskin Oran bi vî awayî bikevin meclîsê. Kesên wiha rûspîtiya Tirkiyeyê ne. Akin Birdal, Ufuk Uras, Baskin Oran, Lewent Tuzel rûspîtiya Tirkiyeyê ne. Hinek gotin di çapemeniyê de derketin, gotin ku Kurdan piştgiriya xwe ji bo Oran vekişandine, namzetek din li hember wî nîşandane, Piştgiriya me berê çawa be îro jî berdewam dike. Stanbolê niha li du navçeyan em piştgiriya wan dikin. Dogan Erbaş jî li wir namzet e. Gotina me ev e ji gelê me re. Em ê pir bixebitin û her du namzetan jî bişînin meclîsê.

A.Z. : Pirsek din ya li ser namsetên serbixwe. Li cihekî wek Amedê 37 namzetên serbixwe ne. Hun vê yekê çawa dinirxînin?

S.I. : DTP demokrasiyê hînê Tirkiyeyê dike. Yanî piştî DTP mirov bi mafê dihesin. Dibêjin em jî karin bibin namzetên serbixwe, em jî dikarin bikevin siyasetê. Ev tiştekê baş e. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn e ku ew qas namzetên serbixwe hene, ji bo namzetiyê serî lê didin. Helbet ev Mafek e, her kes mafê wî/ê heye ku bibe parlamenter, bibe serokkomar û hwd. Di vî warî de pirsgirêk tune ye. Lê ev eger bi niyet be bi qest be nebaş e. Ev ji bo tiştên xirab pêk bê nabe. Astengiyekî din e jî li hember namzetên DTPiyan. Tê zanîn ku pusûlayên helbijartinên jî kirin yek perçe û li her bajarekî bi şiklekî derxistin. Di pusulayan de puntoyên namzetên partiyan û yên namzetên serbixwe ne wekhev in. Bi awayekî em vê rastiyê jî hîn bûn. Kesên xwenda jî divê berçavkek wan hebe, mercekek di destê wan de hebe ku navê namzetên serbixwe bibîne. Ew qas bi zikreşî, ew qas bi zikreşî li hember namzetên me tevgeriyek heye. Nêzikahiya dijminahî heye. Namzetên din yên ku serbixwe xwe nîşan dane jî li hember me ne. Çi qas namzetên serbixwe zêde bin ew qasî ew ê deng perçe bibin. Ji ber vê hilbijartina namzetênserbixwe ew ê zor û zehmet bibe. Lê ku hûn bawer bikin, kesên 70 salî jî, kesên ku xwendin û nivisandina wan tune be jî ji kesên wan yên xwenda, yên zaningehê jî ew ê çêkir dengê xwe bi kar bînin. Ew ê çêtir mora xwe lê bidin.

Ev eybekî Tirkiyeyê ye. Li Stenbolê bi tenê 150 namzetên serbixwe hene, li Amedê cara yekemîn e ku ew qas namzetên ser bixwe serî lê dane. Li her derê Tirkiyeyê dîsa wisa ye. Vê ya em bi vi awayî dinirxînin. Her pêkanîn li gorî me dikin, hesabê me tê de heye. Ji bo ku pusula bibe yek perçe 470 deng di meclîsa da hatin dan. Îtîfaqek pêkanîn. Ew jî bi saya me vê îtîfaqê bi kar anîn. Li ser me di meclîsê de li hev kirin. Cara yekemîn ku li hev kirin. Baş e belkî hêdî hêdî li hev bikin baş e. Di serê me de dielimin berberiyê…

Namzetên jin dengê gel in

A.Z. : Di siyasetê de jin, awantaj û dezawantaja jinan yên di siyasetê de çi ne?

S.I. : Xebatên jinan ji bo min watedar in. Cara yekemîn ez li Serhedê bi jinan re ketim têkiliyê. Me gelek tişt dît. Li zindanê me pirtûkxwend, em gelek tişt hîn bûn. Me xwe wekî kesek zana xwe hesab dikir. Me digot em zanin. Heta ku ez derneketim kolanan, heta ku min jina Kurd di hundirê malê de nedît min xwe nas nekir. Ne wê min xwe nas nekir. Wê çaxê min fêm kir ku ez di civakê de li ku derê me. Astengiyên min, zaafên min, awantaj û dezawantajên min çi ne heta wê çaxê min fêm nekiribû. Heta wê çaxê min xwe nasnekiribû. Wekî şîrmaqekî li rûyê min bikeve. Xebata jinan ya li Serhedê ji bo min bû perwerdehiyekê mezin û kûr. Cara yekemîn min nasnameya xwe jî li wir dît. Perçeyekê min kêm bû lê min nizani bû ku kêm e. Wekî ku piyekî min tune bê ez nizanibim ku piyekî min tune ye. Heta ku ez hatim van deran min nêrî ku haylo ez kêm im. Min li wê êşa xwe naskir, dît. Jina kurd çi qas zana be ew qas derdê wê êşên wê pir dibin. Êş û elemên jina kurd kûr in. Êşa jina kurd di mala kurd de ketiye her malê. Şiyarbûna jinan ketiye vê malê, mala kurdan. Azadî nayê dayîn, tê standin.

Di vê helbijartinê de jî me dixwest ji sedî 40 kota hebûna. Lê pêk nehat. Hê zihniyet ne guherî ye. Jinên ku namzetên me ne ew ê herin meclîsê. Têkiliya namzetên jin bi civakê re ji yên mêr çêtir e. Jin karin bi hev re kar bikin. Berê digotin 2 jin werin cem hev bajarek xira dikin, lê niha ev guheriye; 2 jin werin cem hev dinyayek ava dikin. Hevalên me gelek hene. Hevala Fatma Kurtulan ji Mereşê ye lê li Wanê bûye namzet, hevala Emîne Ayna ji Amedê ye, li Mêrdînê bûye namzet, hevala me ya Igdirê ji Culemêrgê ye li Igdirê bûye namzet. Hevala me Perwîn Buldan mirov dibê qey keçika Igdirê ye. Tu cudahî tune ye. Ez çûm Wanê min Fatma Kurtulan dît. Heman tişt ji bo wê jî dibore. Emîne Ayna li Merdînê ye, Mêrdîn bajarê min e, ez bawer im ez bûma ew ê ew qas germahî çê nebûna. Li her derê gelê me bi dilxweşî namzetên me hemêz dikin. Ev ji ber çi ye? Ji ber nêzikbûna jinan e. Jin dibejin em ji bo we hene. Em ê hêviyên we bibin meclîsê. Bi rastî gel jî bi wan bawer in. Zanin ku jin ji dil in.

Operasyoneke derveyê welat ji bo Tirkiyeyê ew ê talûkekê pir mezin

A.Z. : Niha di navbera Tirkiye û Iraqê de pirsgirêk hene. Ji ber hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê ne Tirkiye dixwaze mudaxele bike. Operasyon di rojevê de ne. Ji bo operasyonan DTP ew ê di meclîsê de çawa tev bigere? DTP ew ê di meclîsê de li hember operasyonan, li hember şer pozîsyonek çawa bigire?

S.I. : Niha operasyon di rojevê de ne. Siyaseta Tirkiyeyê siyaseta qumarê ye, blof dikin, şantaj dikin tawîza didin û tawîzan digirin. Bi gotinên operasyonan dixwestin zor bidin AKP û di raya giştî de dengê wê kêm bikin. AKP jî radibe ji ber helbijartina serokkomariyê siyaseta magduriyetê dike. Bi vî awayî dixwaze dengan zêde bike. Artêş û berdevkê artêşê Baykal xwestin vê pûç bikin.

Me fikrên xwe weki DTP aniye ziman. Me got operasyona derveyê welat ji bo Tirkiyeyê ew ê talûkekê pir mezin be. Di 1ê Adarê de teskere derbas nebû heta niha li çokên xwe dixwin. Ê ku vana dibêjin dîsa ew kesên berdevkê Dewleta Kur in. Çevîk Bîr, navê wî derbas dibe. Dibêjin ‘1 Nûmara’. Yên wekî wî. Niha pastekê heye, ew ê parçeyek ji pastayê bigirtana. Ev pasta çi ye, Kurd in. Rewşa kurdan e. Ew li ser tunekirina kurdan, înkarkirina kurdan li wê derê paste bidest bixistana. Niha jî dixwazin rovanşa wê bigirin. Tiştên ku digotin, PKK li derveyê sînorê me ye, ji bo me tehlîke ye, divê em operasyonê li dar bixin û vê talûkê bertarafa bikin. Ev operasyon ne li hember PKKê bû ev operasyon li hember hebûna kurdan bû. Niha li bakûrê Iraqê rewşek cuda ji bo kurdan ava bûye. Kurd derketine pêş. Ew li hember vê bûn. Tehemula wan li hember kurdan tune ye. Dewleta kurdan, rewşa baş ya kurdan ji xwe re xeternak dibînin. Artêşa Tirk û dewleta Tirk polîtîkaya tunekirinê tim û daîm li ser kurdan meşandine. Bi vî awayî hem dixwest pirsgirêka Kurdî terorîze bike, hem bi operasyonek tevlîhevî li Başûrê Kurdistanê çê bike, hem Iraqê tevlihev bikin û ji wir parekî bistînin, hem rewşa Kerkukê paş de bixin û hem jî hebûna kurda li wir biqedînin… Planên wan kompleks bû. Lê ev vala derket.

Digotin ku ew ê kurdên Tirkiyeyê bibêjin em jî wekî yênIraqê veqetin, ew ê Tirkiye perçe bibe. Ev guman her tim bi wan re heye, di bin zihniyeta wan de heye. Lê ez dixwazim vê eşkera bibêjim û binê wê xêz bikim. Ev operasyon, ev mudaxeleya derveyê welat, tevlihevkirina Iraqê ew ê ev gumanên ku di serê wan de ye ew ê pêk bîne. Ji ber operasyonek wiha ew ê bihevrabûna Kurd û Tirkan zirar bibîne. Ew ê darbe lêxîne. Ev tehlîkekî mezin e. Bolucitî tişte wiha ye. Niha kampanyaya lînçkirinê heye. Serfermandarê Tirk dema ku xema wî nayê radibe nîvê şevê muxtira dinivisîne. Muxtiraya nîvê şevê nivisandiye daye Internedê û gotiye ku ez ji civakê refleksê dixwazim. Ev acizî û bêqewetiye. Ev tahrîkekî pir mezin e. Ev cudahî xwestin e. Ev tiştek talûke ye.

Çînê ji serokê Iraqê re rê vekiriyê wî dawetê welatê xwe kiriye. Çîn ew qas dûr e. Em cîranên hev in, hîna ji birêj Talabanî û Barzanî re dibêjin ‘Aşîret Reîslerî’. Hêna bi awayekî zikreşî nêzik dibin. Rojek zû ya jî dereng ew ê vê rastiyê bê qebûl kirin. Roj were ew ê Celal Talabanî jî, Mesud Barzanî jî werin Tirkiyeyê ew ê li ser xalîçeya sor bimeşin. Wê rojê serokkomar kî be ew ê bi destê wan jî bigire, ew ê têkiliyên dostane jî çê bibin. Dema ku mirov peyvekê dibêje divê dema ku mirov bibe dostê hev gere mirov ji bîr ve meke.

Em ê 4 wezaretan bixwazin

A.Z. : Em karin bibêjin ku dema DTP bikeve meclîsê ew ê di navbera Dewleta Tirk / Hikumeta Tirk û Hikûmeta Kurd ya Başûrê Kurdisatanê de bibe pir?

S.I. : Min got rista me ew ê wekî pir be di navbera gelan de. Heta ku ji destê me bê em ê vê pirê xurt bikin. Ez karim vê bibêjim, em ê bikevin meclîsê, dema koalîsyon ava bibe. Em ê wezareta bixwazin. Herî kêm 4 wezaretan em ê bixwazin. Belkî yek ji vana Wezareta Karên Derve be. Îdiaya me ya pir mezin heye ku em ê prestîja Tirkiyeyê pir bilind bikin. Em pir bi awayekî cuda têkiliyên dostane bînin ziman. Lê divê berê vê pirsgirêka hundir çareser bibe.

 

Bila jina Kurd û ciwanên Kurd li tekoşîna xwe xwedî derkevin

A.Z. : Di dawiyê de tu ê ji hilbijêrên Kurd û yên Tirk û yên din re tiştek dibêjî, peyama te ya ji bo helbijartinan çi ye?

S.I. : Wê mesaja me ev be. Em li hember dîrokê em di azmûnekê de ne. Em ê referandûmekî bikin. Rayên me ew ê ji %10î derbas bikin. Namzetên AKPê û yên din dibêjin em bi we re bi Kurdî diaxifin lê yên Hezar Hêviyan naaxifin. Ku ew qas ji dil bin, ku durû nebin bila di meclîsê de jî bi kurdî biaxifin, Ev xapandin e. Di vê helbijartinê de ew ê durûtiya AKP, CHP û yên din ew ê derkeve holê.

Jina Kurd, ciwanên Kurd divê li vê tekoşîna xwe xwedî derkeve, divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî divêdestê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bide.

Selma IRMAK kî ye?

Wekîla Hevserok a DTP’e Selma IRMAK ji sala 1993yan vir de di nava xebatên tekoşînê de ye. Di sala 1971ê de li Mêrdîn / Qoserê hatiye dinyayê. Berê ku here dibistanê ji ber sedemên aborî malbata wê koçî Konyeyê bûye û ew li Konyeyê mezin bûye. Dibistana sereta, ya navîn û ya lîseyê li Konyayê xwendiye. Li zanîngehê di pola diduyan de hatiye girtin. 3 salan di zindanê de maye. Piştî derketina zindanê ketiye nava xebatên azadiyê. Di rêveriya NÇMê de pişt re di ya Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê de cih girtiye û xebatên xwe meşandiye. Jê pêv jî di xebatên siyasî yên partiyê de cihê xwe girtiye. Di navenda baskên jinan yên DTPê de xebatên xwe meşandiye. Pişt re jî wek endama Meclîsa Partiyê kar kiriye. Bi qasî salekî serokatiya partiyê ya bajarê Konyayê kir. Heta niha jî di nava xebatên DTPê de bûye. Piştî ku hevserokên DTPê Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûn namzet ew û Nûretîn Demîrtaş wekî wekîlê wan peywirê girtine ser xwe

 

 

CopyRigt 2008 Giremira.com Desing(Bagok)