DESTPEK

www.giremira.com

“Em Dixwazin Di Rupelek Dîroka Kurdan De Ciyê Xwe Bigrin”

Her serkeftinek, hewldanek ji bo mirovatî mirovan bextewar dike. Serfirazî û keda hemwelatiyê mirov bêtir dilxweş û dilşad dike.Komeleya Dalkurd û xebatên wê jî dilşadiyek wisa da me ku em herin çîroka ava kirin û xebatên wê guhdar bikin.Me ev çîroka kedkariyê guhdar kir û xwest bi xwendevanên xwe re par bikin.Bifermo em bi hev re car din li Serokê Komeleya Dalkurdê Birêz Ramazan Kizil guhdar bikin.

Fatma Savci: Hûn dikarin hinekî xwe bidin naskirin?

Navê min Ramazan Kizil e. Lê ji ber ku min şeş heft salan li gundê xwe (Girêmîra) muxtartî kiriye ji min re dibêjin muxtar.Ez li gundê Girêmîra ku girêdayî Nisêbînê ye hatime dinê, li wir mezin bûm.Berî bi 17 salan ji ber hin sedeman hatim Swêdê.Niha li swêdê dijîm.

 

F.Savci: We li Swêdê komeleyek bi navê Dalkurd avakirî ye.Dalkurd çi ye, we kengî avakir, armancên we çi ne?

R.Kizil: Dalkurd kulubeyek futbolê ye, ya Kurda ye.Ev herema ku em lê dijîn navê wê Dalarna ye.Wekî bêjin Kurdên Dalarnayê, me navê heremê bikaraniye.Me di sala 26-9-2004 an de Dalkurd ava kir li bajarê Borlange ya Swêd ava kir.

F.Savci: Hûn dikarin hinek qala sîstema Dalkurdê bikin?

R.Kizil.Em panzdeh kes di rêvebiriya komeleyê de ne.Panzdeh teknîk dîrektor –antrenor du kes ji van profesyonel in.Em sî kes tê de aktîv kar dikin.Sed û pencî ciwan di tîman (takim)de dilîzin. Ji van sî kes keçik in, du takimên keçikan hene.Heşt takim jî yên xortan in.Ji vana sedî not kurd in.Û di bin navê kulubeyek kurdî de, futbolê de dilîzin.

 

F.Savci: Kîjan sedeman hûn ber bi biryarek wiha ve birin û komele bi we da ava kirin?

R.Kizil: Em wek kurdên ku li Swêdê dijîn, em fikirîn ku tiştekî bikin.Bê fermana tu kes û s aziyan em ketin nav hewldana û me ev komele ava kir.Lewra rewşa civaka kurd ku li vir dijî , rewşa ciwanên kurd diyar bu, xirab bû. Têkiliya xortan bi hev re, bi civaka wan re tune bûn.Di nav demê de ciwanên me diheliyan diçûn. Diviya ku me têkiliyek baş di nav malbat û ciwanan de çêbikira. Me ew bi hev bidana nasîn û me ew ji qirêjiya jiyana vir biparastana û nêzî çanda wan bikirana.Me çar-pênc hevalan dest bi hin hewldanan kir, em niha sî kes karê komelê birêve dibin û li derdora me jî bi sedan dost û heval hene.Em hewl didin ku bi awayekî demokratîk komeleya xwe birêve bibin. Lewra me ji kêmasiyên saziyên xwe yên kurd û swêdî hin ders derxistine ji xwe re.

F.Savci.: Amblema we kesk û sor û zer e.Wek din sembolên we yên kurdî hene?

R.Kizil:Amblema me rengê ala kurdistanê ye, lê sembola Dalarnayê jî di nav de heye.Cilên me jî rengê ala kurdî ne.Ev ji bo me tiştekî giranbuha ye, ku em ciwanên kurd di bin ala kurdî de tînin cem hev.Em gelek kêfxweş in ku di bin ala kurdî de bi takimên biyanî re dikevin musabaqeyan.

 

F.Savci: Min bihîst ku heftsed endamên komeleya we heye. Ji dervî karê sporê (werzîş) xebatek we ya candî û civakî heye gelo?

R.Kizil: Xebata me ya bingehîn futbol e. Lê futbol bi serê xwe gelek tişt e.Mîsal berî hefteyekê, turneyeke me li bajarekî hebu, sê rojan domî. Di van sê rojan de, dused (200) kurd hatibun. Hemiyan hev naskirin, hest û ramanên xwe yên welatparêzî par kirin, êş û coşên xwe ji hev re vegotin, demek xweş derbas kirin.Vê yekê moral dida takimên me jî û takimên me bun yên yekemîn.Têkiliya me bi xwendekaran re, bi şaredariyan re heye.Em bandoreke baş li ser perwerdeya ciwanan, li ser giyan û dilên wan dikin.Em hewl didin ku bi çanda futbolê re, çandek hemdem û netewî bidin ciwanên xwe. Nêzî 700-750 endamê me hene, ji van endaman sedî not kurd in.Alîkariyeke baş bi me re dikin. Bêhtirî xwe kurdên bakur û yên ku nêzî nîrxên we yên netewî û tekoşînê ne. Kurdên ku ciyên xwe di nav tekoşîna bakur de negirtibin, bi awayekî nasnekiribe nikarê fedekariyekê bikê û rêxistinek baş ava bikê.Nikarê bê menfîetê şexsî kar bikê.

F.Savci: Hûn niha ji rewşa ku takimên we tê de ne xweşhal in? Hûn li astek baş in?

R.Kizil: Dema ku tu kulubeyekê ava dikê, mecburî ku ji asta herî binî yanî ji sifirê destpê dike.Sîstema Swêd wisa ye, me jî ji sifirê dest bi karê xwe kir, ji lîga herî jêr destpêkir.Me berî bi du salan dest bi lîstikê kir.Me sala pêşî lîga şeşan stend, sala duyan lîga pêncan stend û em ê îsal jî di lîga çaran de bilizîn.Em gelek hewl didin ku her sal lîgekê qezenç bikin û bigihîjin aramanca xwe.Em gelekî ji xwe bawerin û em ber bi lîga yekem ve diçin.Hedefa me ew e ku li ser navê kurdan bi swêdiyan re bilîzin, hem derfet hem baweriya me heye, em ê biserbikevin.

F.Savci: Kulubên mîna we hene gelo, yên ku mîna we dilîzin, haya we ji wan heye gelo?

R.Kizil: Bi qasî ku me pirsiyar kirî ye û lêkola ye, komeleyek wek me tune ye, yan ku hebin jî haya me ji wan tune ye.Mixabin komeleyek baş ku li ser navê kurdan baş bilîzin û saziyek wiha baş ava bikin tune ye. Hedefa me ew e ku em bibin kulubeyek baş ku li ser navê kurdên Ewrupa bilîzin û serkeftinên baş bidestbixin.

F.Savci: We qala takimê keçikan kir, hejmar û rewşa wan çi ye?

 

R.Kizil: Bêguman keçikên ku ji rojhilata navîn hatibin û bi taybet ku kurdbin zehmete ku têkevin nav karekî wiha civakî.Keçikên ku di bin barndora civakek girtî de bin gelek ked divê ji wan re.Me qîma xwe bi dayina wê kedê aniye, îro sî kecikên me yên lîstikvan hene, du takim in, emrê van di navbera neh û çardeh salan de ne, çar antrenorên wan hene, ji van keçikan sedî not kurd in.Ev keçik jî pêşketine û bawerim ku wê bibin xwediyê serkeftinên xurd.

F.Savci: Hûn di xebatên xwe yên rojane de kîjan zimanî bikartînin?

R.Kizil: Em zimanê kurdî esas digrin, lê di xebatên giştî de, ji ber ku biyanî jî di nav me de hene em zimanekî hevpar bikartînin ev ziman jî swêdî ye.Lê em kurd di nav xwe de bes bi kurdî diaxivin û em ê bes bi kurdî biaxivin jî.

F.Savci: Di vê dema dawî de projeyek we hatiye pejirandin, hûn dikarin bi kinayî qala vê projeyê bikin?

R.Kizil: Berî bi sê rojan hat pejirandin ev projeya me, li ser sahayên gogê û avahiya wê ye. Buhayê wê deh milyon kron ( milyonek û dused euro ) e. Sala ku werê em ê di nava van qad (stadyum) an de bilîzin.Em ê di van avahiyên- tesîsên- ku ji bo me bên avakirin de bicih bibin.Em wek kulub û şaredariya Borlenge vê projeyê bi hev re çêdikin. Em bi her hêlê ve hewl didin ku wek komeleyek kurd bi bernameyek û xebatek bingehîn cihê xwe di rupelek dîroka kurd de cî bigrin. Ev serhişkiya me ji bo vê armancê ye.

 

F.Savci: Ez gelek spas dikim û serkeftinê ji bo we dixwazim, gotinek we ya dawî heye gelo?

R.Kizil: Ev teqrîben bîst sal e ku me hev nedîti bû.Berî bîst sal tu zarok bû yî, niha jî te dibînim wek keçeke kurd a şair, nivîskar, keçek paqij, însan û bi sohbetek gelek xweş li mala me li cem min runiştî ye û bi min re hevpeyvînê çêdikê.Ez bi vê yekê serbilind im, ez jî gelek spas dikim.

 

 

CopyRigt 2008 Giremira.com Desing(Bagok)