DESTPEK

    

      www.giremira.com

Hozan Dîno: Albûma “NAMUS” Diyarî Jinan Dikim

Dengekî ku diyare li civata şahên dengbêjan hêwiriye, hezna bilûrê li giyana wî qesidiye, bayê Serhedan xwe tevî ahenga wî kiriye. Diyare ku ew deng ji çavên sînoran gelekî tengezar bûye û dînîtiyeke xweşik wek kespikekê bi eniya xwe ya hişîn ve kiriye. Me xwe gihand xwediyê vî dengê çiyayî û tenê hin pirsên xwe ji wî kirin. Bi hêviya ku civata Şahr î Şîn bewtewar bibe ji vê hevpeyvînê. Û albuma wî a nuh “Namûs” ê biecibîne.

Fatma Savci: Ji kerema xwe tu dikare xwe bidî nasîn, navê we yê rastî jî Dîno ye an ..?

 

Hozan Dîno: Belê, ez ji herema Serhedê ji bajarê Erdexanê me . Zaroktjya min û beşek ji ciwaniya min li wir derbas bû. Min dibistana seretayî li wir qedand.û ya navendî jî li navca Xasê xwend . Dûvre ji bo mamostetiyê çûm Enstutiya perwerdê . Lê ji ber sedemên neyîniyê ez mecbûr mam kû dev ji perwerdeyê berdim. Û wê demê şûnvetir, heta kû koçberî derveyî welat bibim, li Stenbolê jiyam. Ev deh sal in jî li welatê Hollândayê dijîm.

Navê min e rastî ne Dîno ye. Berê paşnavê me bi Tirkî delî bû. Dema kû min dest bi karê hûnerî kir, min paşnavê xwe qûluband Kûrdî û wek nav bikaranî.

F.Savci: Wisa xuya ye ku piştî hûn çun Ewrupa, we bêtir xwe da muzîkê, jiyana xerîbiyê bi çi hawî bandor li ser we û muzîka we kir?

Hozan Dîno: Raste, dema kû ez li Stenbolê bûm, derfetên min tûnebûn kû bi awayekî azad bikaribim bi mûzikê re mijul bibim. Ji alikî qacaxê leskeriyê bûm ji aliyê din ve jî, ji ber sedemên siyasî min nikaribû karê xwe yên hûnerî bimeşanda. Ji bo wê jî ez derketim derve yî welat. Wekî hûn jî zanin, bandora penaberiyê li ser derûniya mirov bandoreke neyîni dike. Dibe kû ev ji bo afirandina hûneri bandoreke erêni derbixe holê. Lê ger mirov bi giştî bifikire, penaberî dewlemendiya hemû rengên jiyana mirov dikûje. Êdî mijarên sereke yên berheman, bigelemperî dibin hesreta welat, penaberî û bîranînên paşerojê. Bê gûman ev jî bi tena serê xwe dibe sedema rewşeke nebas. Lê gelek derfet hene kû mirov dikare ji wan sûd werbigre. ji ber kû li vir qedexe li ser kar û xebatên hûnerî nîne. Û her wisa mirov dikare him aliyên perwerdeyî him ji aliyê teknikî xwe pêşbixe. Ez wisa bawer dikim kû ger hûn berhemên min ji nêzik ve bişopînin, hûn ê bandora penaberiyê a kû li ser min bi çi awayî gûhartin û rizandin cekiriye bibînin.

F.Savci: Hûn muzîka kurdî bigiştî niha di çi astê de dibînin, helwesta hûnermendên stranbêj hember paşverutiyên civaka xwe, sîstema desthilatdar çawa dinirxînin? Ma gelo hûn jî wek gelek kesan “bersiva herî baş hemberî paşverutiyan çêkirina hûnerê ye “dibêjin?

 

Hozan Dîno: Belê, mûzîka Kurdî, piştî zayîneke zor û zehmet gihiste astekê. Di vê zayînê de bandora tevgera siyasî roleke gelekî mezin leyîst. Ev sih Sal e zêdetire, bi riya gelek kom û hûnermendan, mûzika Kûrdî xwe gîhande civaka Kûrd û ji xwe re cihek vekir. Her çiqas mirov bikaribe vê zayinê wek serkeftineke mezin bibîne jî, mixabin di vî warî de xwe nûkirin û di karên akademîk de zêde pêşketin çênebûn. Ev yek jî bû sedema xitimandinê. Bêgûman hûnermend wîjdan û berdevkê civakê ye, di pêsveçûyîn û gûhartineke erênî de rola hûnermendan gelekî mezin e. Ji ber kû hûnermend hember sistem û deshilatdaran kelemekî gelekî dijwar e. Mirov dikare bi kurtasî bêje, deshilatdar civakê li gor sistema xwe terbiye dikin, dewlemendî û kevneporiya civakê pûç dikin. Pêwiste hûnermend jî, hember vê helwestê nerazibûyîn û sekneke tûnd nişan bidin. Him civakê şiyar bikin û him jî mafên civakê biparêzin .Ji bo wê jî, bersiva herî baş afirandina hûnereke bi quwet û hûnereke navneteweyî ye. Ji ber kû hemû şer û hewildan ji bo parastina çand û hûnerê ye. Şaristaniyên herî mezin û herî bi bandor, ên civakên pêşveçûyî ne.

F.Savci: Albuma we ya “Lê Dayê” bi taybet gelek bandor li ser muzîkhêzan kir. Gotin û beste ya wê staranê jî ya we bû, we bi kîjan deruniyê ( psikolojî) nivîsî û maqamek lê anî? Hûn dikarin hinekî qala çîroka wê bikin?

Hozan Dîno: Ew stran, min di sala 1999 an de nivisand . Wê demê ez nû hatibûm Hollandayê. Di nav derûniyeke tev li hev de derket holê. Min televîzyon temaşe dikir. Wê demê MED tv hebû. Û dîmenek hebû heval ber bi çiyan dimeşiyan, ez gelek di bin bandora wê dimenê de mabûm. Ji ber kû ez jî nû hatibûm û di nav taswas û fikarên kûrdan de bûm. Demên wisa di jiyana mirov de gelek kêm in. Mirov nikare wê rewşê bîne ziman. Ji ber kû rojên min yên penaberî yên ewlin bûn. Û min nikaribû Şîrove bikim û wate bidimê. Yekser hestên min herikîn û min nivîsand. Gelek balkeşbû, bê navber min dû qûple li pey hev nivîsand û qûpla sêyemîn, min pênc mehan şûnve qedand.

F.Savci: Stîla albuma we ya nuh ji her du albumên we yên derketî cudatir e gelo? Me bihîst ku di albuma we ya nuh de stranên ji bo xwekuştînên li kurdistanê hene. Hûn wek hûnermendekî van kuştinan çawa dinirxînin, sedemên wan çi ne, riyên çareseriyê çi ne li gor we?

Hozan Dîno: Belê, stîla vê berhemê jî, wek berhemên min ên dinê ne. Dibe kû hinek gûhartin ên picûk hebin. Lê bi gelemperî wek hev in. Ji ber kû piştî gelek salan û xebatan, riya hûnera mirov û stila wî xwe nişan dide. Ev stîl dibê nasnama hûnermend. Wek berhemên dinê, di vê behremê de jî, mijarên sereke dîsa, aloziyên kû di nav civaka Kûrd de diqewimin û herwisa gelek nirxên civakî jî cîh digrin.Yek ji van pirsgirêkan, bûyerên xwekûstinê ne. Sedema sereke ya van bûyeran, ev şerê kû ji aliyê deshilatdaran ve tê mesandin e.j Ji ber kû bi dehan sal e, şerekî gelekî dijwar heye. Û neyarên gelê Kûrd teroreke bêsînor li ser vî gelî dimesîn in. Ev yek dibe sedema xirabûyina derûniya civakê û mêzîna civakê ya xwezayî têk dice. Wek di hemû şeran de, dîsa ên kû herî zêde di bin bandorê de dîminin û tên kûştin, zarok û jin in. Ji ber kû edî tirs, mirin, bombebaran, tecawiz û êşkence dibe perçekî jîyanê û civak mecbûr dimîne kû bi van bûyeran re bijî. Lê hemû kes nikarin vê rewşê bipejirîn in û wisa bijîn. Ji bo wê jî qestê canê xwe dikin. Ji ber kû xwe wek hêzeke careseriyê nabîn in. Sedemeke din jî, paşvemayîna civakî ye. Ji xwe civaka Kûrd civakeke feodal e. Wateya NAMÛS ê bi tekiliyên navbera jin û meran ve hatiye bisînorkirin. Azadiya jinan bi destên wan hatiye astengkirin.hewildanek û lêgerîneke herî piçûk jî bi kûştinê tê cezakirin. Ji ber wê sedeme bûyerên xwekûstine, di nav civaka me de bûye birînek. Min xwest vê rewşê hinekî bidim niqaskirin û piçûk be jî, ji bo careseriyê bibim alîkar.

F.Savci: Wisa diyare ku çavkaniya te ya hunerê êş û “ evînên ne jiyayî “ ne. Ew evînên nejiyayî çi ne li gor ramana we? Jin û zarok di stranên we de motîf û hêmayên giring in û hûn wan dikin lehengên sereke ji mijarên xwe re, xuya ye herî pir ev te diêşînin an..?

 

Hozan Dîno: Sed mixabin, dîroka vî gelê mezlûm biêş û bievînên nejiyayî tijiye. Ji ber kû me tû car deshilatdarî qebûl nekir. Û herdem li ber xwe da. Zarokên me di nav şer de mezin bûn. Dergûşên wan di bin lingên hovan de pelix în. Bi lorîkên dayîkan neketin xewê. Şûna bihna dayikan , bihna barûdê kete pozên wan. Ciwanên me evînên xwe nejiyan. Hezkirina welat û xwesteka azadiyê bû evina wan. Ji ber kû wana zanîbû , ger evîn azad be wê bi wate be. Wan hêviyên xwe li ser keskesoran barkir. Û xwestin kû evina xwe bi evindara xwe re di welateki azad de par ve bikin. Kal û pîrên me bi ecelê xwe neçûn ser dilovaniya xwe. xêliyên serê bûkên me, herdem reş bûn. Evînên me qedexe bûn, ji ber kû berdêla jiyanê dayîna ciwaniyê bû. Ji bo wê ez hewil didim kû evînên nejiyayî binivisim. Ev çalekiya van keç û xortên Kûrd çalekiyeke gelekî pîroz e. Pêwiste bê ziman. Ev rewş min gelekî xemgîn dike û ez xwe berpirsyar dibînim.

F.Savci: Hûn dikarin mizgîniya navê albuma xwe ya nuh bidin ji xwendevanên me re?

Hozan Dîno: Belê Navê vê berhemê NAMÛS e. Ev stran min li ser xwekuştînên li kurdistanê nivîsand. Ji ber kû êdî ev bûyer hatiye asteke gelekî bi talûke. Min xwest balê bikşînim li ser vê mijarê..û ez ji bo çareseriya pirsgirekên jinan, vê berhemê diyariyê jinan dikim. Ger azadiya mêran li ser binpêkirina mafên jinan bilind bibe û xwe li ser binpêkirina mafên jinan bidin jiyîn ev têkçûyîna nirxên pîroz e . Tişta herî pîroz û biwate, wekhevî ye.

F.Savci: Bi navê xwendevanên “Şahr î Şîn” (Mavî Ve Kent) spas dikim û serkeftinên mezintir hêvî dikim

Hozan Dîno: Ez jî ji we re gelekî spas dikim kû we derfet da me û me daxwaz û hevidariyên xwe bi ziman anîn. Serkeftin ji bo kar û xebatên we....

CopyRigt 2008 Giremira.com Desing(Bagok)