DESTPEK

        .www.giremira.com

Xelata Herî Xweşik Aşîtî Ye

Em çun, me xwe gîhand dayikên ku tu xelatên zêrîn û zîvîn naxwazin, dayikên ku ji dervî aşîtiyê û xweşiya zarokên xwe tu tiştekî navin. Bi vesîleya roja dayikan, me xwest bi çend jinên kurd re hevpevînekê çêbikin. Me xwest em daxwaz, hêvî û gazinên wan guhdar bikin. Me li wan guhdar kir û niha me divê bi we xwendevanên hêja re par bikin. Fermo hûn û dayik bi hev re.

Fatma savci: Navê we bi xêr?

Navê min Lütfiye Gürbüz, ez ji Batmanê me. Emrê min pêncî salî ye. Sê heb zarokên min hene. Ez Dayika Aşitiyê me.

F.Savci: Zarokên we li der ve, yan li girtîgehan hene?

Lûtfiye Gürbüz: Belê lawek min heye navê xwe Özgür e. Ev neh sal e li girtîgehê de ye. Wî Mûebet xwariye.

F.Savci: Hûn çi wateyê didin roja dayikan û îsal taybetiyek roja dayikan heye gelo li gor fikra we?

-Lütfiye Gürbüz: Helbet me dixwest îsal bersiva agirbestê bihata dayin û dewletê dawiya şer bianiya. Wê mizgîniya herî xweş, roja herî bi coş buna ji bo me. Lê mixabin ev yek nabe û vaye dîsa şer didome. Wisa diyar e ku wê hîna bidome jî. Me vê salê diva ku zarokên me ne li çol û çiyan buna, me nediva ku li binê zîndana bûna. Me dixwest bindestiya me, ya ziman û çanda me bi dawî bûbana. Em niha di tirsê de ne, wê dîsa şerek mezin destpê bike û cardin zarokên me ji himêza me bên kirin. Bila xelata roja dayikan zarokên me, aşîtî û azadiya gelê kurd be.

-F.Savci: yanî hûn gûstîlkên zêr, gul û diyariyên wisa naxwazin?

-Na helbet. Sîstemê roja dayikan jî li gor xwe daye fam kirin. Ew dayikan jî dikin alet û roja dayikan jî dikin bazara xwe. Bila zarokên me sax bin, bila li cem me bin, malê dinyayê ev in. Maçek wan, himêzek wan besî me ye. Bila zarokên me ne kujin bes e. Evîn û hez kirin û hemî tiştên xweşik zarok in. Ew diyariyên herê xweşik in.

F.Savci: Eger di roja dayikan de hinekan gotibaya tu çi diyariyek taybet dixwaze te yê çi bixwesta ?

Lûtfiye Gûrbûz: Belê min ê lawê xwe bixwesta. Min ê bixwesta ku li derve û azad buya. Minê bigota bila li cem min, di himêza min de buya.

F.Savci: Spas dikim û roja dayikan car din li te û hemî dayikan pîroz dikim.

Lûtfiye Gûrbûz: Her bijî qîza min, ez jî spas dikim ji te re.

Fatma Savci: Navê we bi xê, tu dikare xwe hinek bide nasîn dayê?

Navê min Nazîme Avras: Ez ji Tatwanê me. Temenê min 38 e. Dayika du heb qîz im. Zilamê min hatiye şehîd kirin. Navê hevalê min Mehmet Nurî Avras e. Li gundekî Tatwan hat şehîd kirin. Birayek min jî hat şehîd kirin, niha di goristanek giştî de ye, me xwest bidin me lê nedan e hîna. Ez Dayika Aşîtiyê me.

F. Savci: Çi wateya roja dayikan heye li cem we?

Nazîme Avras: Welehî gelek bi mane ye li cem me.Roja mizgîniyan e. Divê roja xweşiyan be. Roja dayikan girtina qedrê dayikan e. Em jî dibên eger qedrê dayikan hebe, dive ku zarokên me ji me nestînin. Dixwazim roja dayikê bibe roja aşîtiyê, ne tenê bo dayikên kurdan, bo dayikên tirk, ereb, laz , çerkez jî wisa. Ez diya du zarokan im. Ez wan bê bav mezin dikim.Ku roja bavan tê zarokên min digirîn ku bavek wan tune ye roja wî pîroz bikin. Em naxwazin kesek bê kuştin.

F. Savci: Daxwazek we ji zarokên we heye gelo?

Nazîme Avras: Ez dixwazim her zarokek me bixwîne. Xwe zana bike. Rojên giran li pêşiya wan hene. Divê xwe bi tiştên vala re eleqedar nekin, xwe xirab nekin. Divê bizane ji ku hatiye, eslê wan çi ye ji bo çi hatine van deran. Bila li gor qeweta xwe bibin xwedî meslek lewra pêdiviya me bi wan heye. Gere zimanê xwe yê dayikê jî bizanin, pêş bixin û xwedî lê derkevin. Ev diyariyên herî xweşik in bo me dayikan.

F. Savci: spas dikim û car din roja dayikan li we pîroz dikim. Gelo tiştek din heye ku hûn bibêjin?

Nazîme Avras: Wek dayikek aşîtîxwaz dibêjim ku divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Ew vîna me ye, keda wî li ser me heye. Çawa me ked daye zarokên xwe wî jî ked daye gelê kurd. Ez dixwazim tecrîta li ser rabe û heyetek doktoran ya serbixwe herê serdana Ocalan û li tenduristiya wî binêrin.

F.Savci: Spas dikim bo hevpeyvînê.

Nazîme Avras: Ez jî spas dikim qîza min, destên te sax bin.

Fatma Savci: Ev çaxê te bixêr, roja dayikan li te pîroz be. Tu dikarê xwe hinekî bidî naskirin?

Seyran Îş: Xwedê ji te razî be, rehme li dê û bavê te. Ez ji Mêrdînê, gundê Hêştrekê me. 47 salî me. Diya şeş zaroka me. Ev deh sal e ku ez li Stembolê dijîm.

F.Savci: Tu elimî vî bajarî gelo?

Seyran Îş: Ma ji ku ez elimîm. Wele hê di xewna xwe de nehatime vî bajarî. Ez tim xewnên li ser gundê xwe dibînim. Ez dibêm qey hîna ez li wir im.

F.Savci: Te herî pir bêriya çi kiriye ji jiyana welat?

Seyran Îş: Min bêriya civatê devê deriya kiriye. Min bêriya bayê wê, xwarina wê, fêkiyê wê. Min bêriya axê û gera wir kiriye. Memleketê me xweş e, xwezî qedehabana û em nehatibana van qulikan. Bêhna min li van dera dernakeve, ez aciz dibim, dikim bifetisim. Em li nav xerîban e, zimanê wan nizanin û kêfa min nayê ji van deran re.

F.Savci: Tu derbarê roja dayikan de çi difikirê, çi dixwazê?

Seyranê Îş: Ez dixwazim heqê me bidin me. Me jî weke her miletî heq kiriye ku di nava aşîtiyê de bin. Em naxwazin şer hebe û ev zarok bên kuştin, bes e , ma ne bes e. De ka wê bi şer çi hal bibê? Em di nav tirsê de ne, dilê me perçe dibe, her roj cenazeyek tê. Her roj kezeba dêyekê dişewitê. Ji xwedê ve guneha ye. Bila kes tiştekî nedê me, bila şer nebe û hew.

F.Savci: Ji bo rojên dayikan, her zarok xelatan didin dayikên xwe, tu wek xelat çi dixwaze?

Seyranê Îş: Bila aşîtiyê bidin me. Em tiştekî dî naxwazin bavo. Bila heqê me bidin me, kîmlika me bidin me, zimanê me bidine me û hew.

F.Savci: Bangek te, daxwazek te heye ji zarokan?

Seyranê Îş: Erê bere hemû zarokê me bizanin bê ji ku hatine. Bere zimanê xwe jibîr nekin û bi zimanê xerîb neştexilin. Bere hîç zimanê xwe jibîr nekin û pê biştexilin.

F.Savci: Ez ji bo vê hevpeyvînê spas dikim.

Seyranê Îş: Xwedê miradê te bikê, xwedê ji te razî be.

Fatma Savci: Em dikarin we nas bikin yadê?

Narîman Saglamiş: Ez çil û pênc salî me. Ji gundê Girêmîra, navçeya Nisêbîn û bajarê Mêrdînê me. Dayika pênc zaroka me. Niha li stembolê dijîm.

F.Savci: Xwedê wan bihêle. Ev çend sal e ku tu li Stembolê dijî?

Narîman Saglamış: Xwedê bi te re be keça min. Ev neh sal e ku li Stembolê dijîm.

F.Savci: Ji dema ku tu hatiye Stembolê qet çu ye gundê xwe yadê? Tu elimî bajarê Stembolê?

Nerîman Saglamiş: Ji wexta ku hatime ev sê car e ku diçim gundê xwe. Ez hîç na elimim bajarê Stembolê. Ez gelekî aciz dibim. Hesreta min ew e ku ez herime Girêmîra, ser wî girikî runim û berê xwe bidim wî çiyayê dora xwe, çiyayê bagokê û têr bigrîm. Ti nizanê bê çiqas ez bêriyê dikim.

F.Savci: Te ji wir herî pir bêriya çi kiriye yadê?

Nerîman Saglamiş: Min bêriya civatê devê tenûra kiriye lawo wellehî.

F.Savci: Ez roja dayikan li te pîroz dikim yadê û derheqê vê rojê de dixwazim fikrê te bizanim. Tu wek dayikekê çi diyariyê dixwazê di vê rojê de?

Nerîman Saglamiş: Xwedê te bistirêne lawo. Ez tu diyariyan naxwazim lawo wele, heme bila dinya xweş be. Şer nebe, kuştin nebe. Em li gundê xwe bin, li memleketê xwe bin. Ez dixwazim miletê me bibe yek, li hev runên û wek berê civatan bigrin. Ew civatên me xweş bûn, Milet ji hev re bi tifaq bû. Dê tucarî naxwazin levdan û şer çêbibe, ne di nava miletê me bixwe de, ne di nava welat hemuyî de. Dê tim û tim aşitiyê dixwazin. Dê dixwazin ku dîsa li devê tenuran bigihin hev, bi kêf û eşq civatan bigrin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin û şer hebe. Ev vê dixwazin ewqas.

F.Savci: Tu ji ciwanan çi dixwazê, şîretek, hêviyek…

 

Nerîman Saglamiş: Ê wele ji ciwana jî daxwazên min hene. Divê çi bar bikeve ser milê wan bikin. Hurmetê ji dê û bavê xwe re bigrin, ew e şikestîne. Divê xwe li van bajara wenda nekin. Eded û kultura bav û kalan jibîr nekin. Xwedê teala bike ku li cumlî umeta me bê rehmê em jî teva. Û îşeleh, bi izna xwedê, xocê Xizir, diayê qencê xwedê ku hemî zarokên me di nava aşitiyê de bijîn û ji heps û zîndana derkevin hemû, yek jî tê de nemîne.

F.Savci: Yadê seçîm nêzîk dibin, tê ji bo vê çi bibêjî?

Nerîman Saglamiş: Heçî ku bêje ez li ser eslê xwe me, heçî bêjê ez kurd im û bi şeref û namus im wê raya xwe bidê xwe. Heçî bêvila wan bişewitê wê dê xwe nedê xerîba. Ez dixwazim ku dilê kê ji me re dixwazê herkes bidê wan. Ya qenc ew e ku mirov bidê xwe, kes ji me bêhtir nikarê li me bifikirê ma ne.

F.Savci: Seet xweş yadê, spas dikim.

Nerîman Saglamiş: Seeta te jî xweş keça min. Xwedê şixula me tev de biedilîne îşeleh. Û îşeleh wê edilê jî.

CopyRigt 2008 Giremira.com Desing(Bagok)