DESTPEK

 

www.giremira.com

 HEVPEYVÎNEK BI HOZAN CANÊ RE: “MIN DIGOT QEY HEMÛ HUNERMEND DILOVAN IN”

Hevpeyvîn: li ser nave malpere giremira.com Fatma Savcî

Dengê Hozan Canê, ji hêla şîrketa muzîkê “Play Sound” ve dengê sêyem ê herî otantîk ê kurd hat hilbijartin. Wekî xelat albuma “ Vegere “ jê re hat çêkirin û li pêncî û neh welatan hat belavkirin. Dengbêj Canê piştî çend salan, piştî albuma xwe ya “ Vegere” vegeriya welatê xwe. Me xwest çîroka hozan Canê û ya albuma wê ‘Vegere” guhdar bikin. Û em li Stembolê, li Com Muzîkê ku albumên Hozan Canê ji wir belav dibin rûniştin. Ew axivî, min ji bo xwe, teyba min a biçuk jî bo we guhdar kir. Hin pirsên ku mûzîkhezan meraq dikirin min pirs kir. Bi hêviya ku hûn bi vê sohbetê kêfxweş bibin.

Fatma Savci: Tu dikarî hinekî qala çîroka albuma xwe ya “ Vegere” bikî?

Hozan Canê: Albuma “Vegere” bi rastî jî ez vegerandim welat. Piştî azadiya Başurê Kurdistanê, herkesekî di mijara xwe de eleqe nîşan da. Fîrma “Play Sound” jî girêdayî sony muzîkê ye, beşa muzîka otantîk e. Ev fîrmayeke navneteweyî ye. Pêncî û neh şûbeyên wan li welatên cuda hene. Ev şûbên van CDyan belav dikin. Navenda saziyê li Fransayê ye, lê emerîkî, elmanî û îspanyolî jî hevpar in. Yanî beşa rock, pop û hw. hene, ev jî beşa otantîk e. Ev saziyeke navneteweyî ye, her sal ji welatekî dengekî hildibijêrin. Dixwazin deng û muzîka wî welatî li qada navnetewî bidin nasîn. Piştî ku deng hat hilbijartin wek xelat, ji xwediyê wî dengî re CD yek çêdikin. Albuma min a “ Vegere” jî xelata vê saziyê bû. Û min xelata zêrîn jî wergirt. Dema vê saziyê xwest ji bo kurdan û welatê wan Kurdistan jî vê xebatê bike, çû ji Enstîtuya Parîsê 130 CD û kasetên kurdî girtin. Ji her çar perçeyan deng kom kirin. CD ya min a “Lê lê lê Dayê” jî di nav wan de bû. Ew van dengan dişînin laboratuarê, wan analîz dikin û bi vî hawî hildibijêrin. Divê dengê biyan di nav wî dengî de tunebe ku wek otantîk bê hilbijartin. Di dîroka kurd û tirkan de cara yekem e CDya min ji hêla vê fîrmayê ve hatiye hilbijartin.

F.Savcî: Dema te bihîst CD şandin tu bawer buyî ku wê dengê te wek dengê sêyem yê herî otantîk ê kurdî bê hilbijartin?

Canê: Na.Çunkû di nav saziyên me de, qîmet nedabûn dengê min. Ez ne di ferqiya dengê xwe yê xweş û otantîk de bûm. Ev panzdeh sal in ku li Akademiya Çand û Hunerê kar dikim, wan jî rojekê ji min re negotin ku “Canê dengê te xweş e û otantîk e”. Yanî guh nedidanê. Dengê min otantîk e, an na, ne mûhîm bû ewqas. Lê piştî ku vê saziyê gote min: “Dengê te yê herî otantîk e. Ji nav dilê Araratê tê, ji nav dilê Kurdistanê tê ” ez nû bi dengê xwe hesiyam. Dengê Meyremxan ê yekemîn, ê Nesrîn Şerwan duyemîn û yê min siyemîn hat hilbijartin. Piştî ku min bihîst dengê min hat hilbijartin çûm Akademiya Çand û Hunerê, civînek me hebû. Min got wan hevalan, hal û mesele ev e. Henekên xwe bi min kirin û ji min bawer nekirin. Wekî bêjin: tu li ku û temsîlkirina dengê kurdî li qada navnetewî li ku? Lê ez endama wan bûm, perçeyek ji wan bûm. Belê ez Canê bûm, lê keçek kurd im û min ew temsîl dikirin. Min ji bo heştê endamê akademiyê albûma xwe û pê re jî karta xwe şand, lê yek ji wan bo pîrozbahiyê li min negeriya. Telefonek jî bo min venekirin. Hin hunermend gelek li pêş in, di tv yan de dertên, di rojnameyan de, reklama wan tê kirin. Lê qîmet nadin yên wek min. Ev yek dilê min dişikîne. Her saziyek hunermendek ji xwe re girtiye, yên wek min li holê dimînin. Reklama albûm û hunera me nayê kirin rastî jî. Mînakek biçûk bidim, albuma min berî ya Rojda derketibû, lê reklama wê kirin, hevpeyvîn bi wan re kirin û qet qala min nekirin. Ez vaye li Com Muzîkê rûniştîme û vekirî dibêjim, li cem wan jî vê yekê dibêjim, lewra ev rastî ne.

F.Savci: Jinan jî piştgirî nedan te, helwesta wan jî ew bû?

Canê: Belê mixabin. Ew jî di nav xeydeke mezin de bûn, hinekan ji wan gotin “em êdî nastirên, em albuman dernaxin, em ne hunermend in, em ji hunermendiyê istîfa dikin. Lewra Canê ji me baştir dîtine....” Birastî jî ez nabêm dengê min ji yên wan xweştir e. Lê dengê min hat hilbijartin, ev rumetek me hemûyan e, divê helwesta mirovên me ne ev be. Ez şikiyam. Min jî di dilê xwe de got: kêfa we zane, ma ez ê çi bikim?

F.Savci: Tu li Başûrê Kurdistanê çawa hatî pêşewazî kirin Canê Xan?

Canê: Ez zêde hunermendên li wir nasnakim. Ji hêla hukumetê ve baş hatim pêşewazî kirin. Çar xelatên zêrîn dan min. Û kêfxweşiya xwe anîn ziman bo ku min dengê kurdî bi navê Kurdistanê li qada navnetewî temsîl kiriye.

F.Savci: Naxwe tu hunermendên kurd piştgirî nedan te?

Canê: Belê mînak kekê Şivan konserek ji bo min saz kir, li Fransa. Tenê yên wek Shakîra, Madonna li wir konseran didin. Şivan bi xwe jî hat li min guhdar kir, ciyekî pir taybet bû. Spasiya wî dikim.

F.Savci: Tu ji derî muzîkê çi karî dikî ?

Canê: Ez di restoranteke tirkan de dixebitim. Firaxan dişom û bi aşçiyên wan re xwarinê çêdikim. Û bi vî hawî karê muzîkê dikim. Ez bi van pereyan albumên xwe çêdikim, tu dewlet û sazî piştgirî nade min. Mixabin miletê me bindest e, derfetên me kêm in. Bila milet û hevalên min tenê wek hêzek manevî li pişta min bin, bo min bes e, tiştekî din naxwazim. Dizanim ku derfetên me kêm in. Ez saet yekê şevê diherim heya yanzdehê sibehê dixebitim. Xwediyên restoranta lê kar dikim Trabzonî ne. Keda min a muzîkê jî xelk dixwe, ne ez.

F.Savci: Lê eger rewşa te ya madî baş be, ne girÜıng e tu dem û enerjiya xwe bidî vî karî, tê bidî muzîka kurdî û pîşeya xwe ma ne wisa?

Canê: Helbet min ne dixwest di karek wisa zehmet de bixebitim û ked û enerjiya xwe li vir serf bikim. Eger ku rewşa min a aborî baş be, ez ê xelatên di asta oscarê de bistînim. Niha CDya min û Shakîra bi hev re tên firotan. Ev jî rûmeteke bo min, ev yek moral dide min. Ne tenê bo Canê, bo kurdan ev serkeftineke baş e. Dengên ji yên min gelek xweştir hene û ez gelek rêz digrim ji bo wan. Lê madem ez hatim hilbijartin divê baş bihata pêşewazî kirin. Ez şexsek im, lê li ser CDya min a ku li navnetewî tê firotin wisa dinivîse “Dengê Kurdistan” Ev ji bo min rûmeteke gelek mezin e.

F.Savci: Haya vê fîrmaya muzîkê ji çîroka te ya jiyanê heye gelo?

Canê: Belê dema ez dam naskirin, çîroka min bala herkesî kişand. Fîrmayek fransî ya sînemayê, “Cordon Fîlm” jî belgeselek li ser jiyana min amade kir. Lê derhênera min bixwe kurd e. Kudret Guneş e. Min bi xwe jî di filmê de rol girtiye, dilîzim. Dê ev film têkeve festîvalên navnetewî beşa dokumentan. Lewra çîroka jiyana min ji bo wan balkêş e. Yanî ne ji rêzê ye jiyana min rastî jî? Ez di yanzdeh saliya xwe de zewicîm, çardeh saliya xwe de hêwî hat ser min û di wî emrî de keçek min hebû. Min ev rewş qebûl nekir û min xwe da berdanê. Reviyam çûm Edenê cem birayê xwe. Mecbûr bûm ku ji Qereyaxizê derêm, wek surgûnekê bû ev çûyina min. Paşî xwîşka min a li Stembolê hat ez birim cem xwe, min li wir dibistana lîse qedand. Lê paşî ez him xebitîm, ( min sekreterî dikir) him jî konservatuar xwend. Paşî di sala notî de, min CDya yekem derxist. Arîf Sag dengê min otantîk didît. Gelek bû alîkar ji min re, ew jî Erzeromî ye. Mamoste Kazım Bora alîkariya min kir. Şiyar Farqînî mamosteyekî gelek baş bû, rehma Xwedê li wî be. Digot tu keçikeke kurd î, divê kurdiya te gelek baş be, tu baş bizanibî bixwînî û binivîsînî. Ez gelek deyndarê wî me. Wek zarokan moral dida min û digotin, “ Tu gelek rind î, baş î, delal î.” Mîna zarokên xwe nêzî min dibûn. Min digot qeyî hemû hunermend wisa dilovan in, her li pişta min bin. Paşî min dît ne wisa bû. Hinek şikestî me. Dema ji hevalê xwe cuda bûm, dadgehê zaroka min jî neda min bo ku hîna zarok bûm, dan diya min, diya min qîza min xwedî kir. Paşî min dest bi dibistanê kir û stranbêjî domî. Ev hemû jî ne tiştên ji rêzê ne.

F.Savci: Te heya niha heft album derxistine ne wisa? Besteyan jî çêdikî ji xwe?

Canê: Belê ez besteyan jî çêdikim. Ji sedî pêncî û pênc gotin û muzîk yên min in. Lê ez bibêjim gelek muzîkên min ji min dizîn. Mixabin ku tu ewlekariya berhemên me tune ye. Tenê em di nava xwe de peymanan çêdikin ewqas. Dezgehek ku em hunera xwe pê biparêzin tune ye. Mînak CDya min berî bi deh salan derketiye, hinek radibin îsal CD derdixin û muzîkên min didizin.

F.Savci: Ev kes kî ne gelo?

Canê: Qet ne hewce ye ez navan bibêjim, ew xwe nas dikin. Lê ez dikarim navên stranên xwe bibêjim: “ Wezîrê Min” Tu dibêje qey çîroka Duaya Êzîdî min çêkiriye. Îro dema vê stranê dibêjim Dua tê bîra min. “Çûm Bîngolê Dara Mazî “ jî ya min e, ev bo keça meta min e. Hîna qîz bû hat kuştin û îftîra avêtinê gotin ne qîz e. Paşî ew birin muayinê derket ku qîz e. Ez gelek ber vê bûyerê ketibûm, ew jî wek hezaran keçên şoreşê hat şehîdkirin û paşê îftîrayek wisa lê kirin. Û gelek stranên din yên min in.

F.Savci: Ev stranên te yên ku hatine dizîn Canê Xan?

Canê: Na, “Werin Ba Me Keça Kurdan “ hatiye dizîn. Muzîka vê hatiye dizîn. ”Eşqa Min “ , “Zeynebê” hatine dizîn.

F.Savci: Biqasî min fam kiriye, guhdarên te bêtir ji stranên te yên folklorîk hez dikin. Ku tu bi awayên din dibêjî reaksiyonek nîşan didin. Tu çiqas girîngî didî daxwazên guhdaran?

Canê: Ya rastî ez jî zanim rock, pop, arabesk li dengê min nayên. Gewriya min van dengan baş dernaxe jixwe. Lê mesele ji bo “Efrînê” dibêjin. Kilama “Vegere ji xerîbiyê” me kir klîp û kir nava CDyê. Me got qet nebe wê ji nav 59 dewletan dê çar dewlet serî li me bidin û CDya me di TVyan de biweşînin. Lê me dît na, deng ji kesekî derneket. CD hemû stranên otantîk in. Li Kurdistana azad hatine çêkirin. Lê paşî min û patronê me û Enstituya Kurdî biryarek da. Ji bo ku em di TVyên biyanî de ciyê xwe bigrin, me rabû klîbek din çêkir. Me ji nav wan stranên otantîk nekarî klîp çêbikin, me nexwest em wan xirab bikin. Lê straneke ku gotin û awaz yê min in me hilbijart ew jî starana “ Efrînê “ bû. Me klîp li “ Birca El Erebî “ li otêlek heft stêrk kêşand. Yanî ev yek ne bo ku stîla xwe biguherînim, bo ku hunera kurdî têkeve medyaya cîhanê me ev yek kir. Û vê klîbê ciyê xwe girt. Li MBC TVya Dubayiyan dan, şeş- heft TVyên Ereban ev klîp dan. Di dîroka Ereban de cara yekem e ku klîbeke bi kurdî di TVyên xwe de diweşînin. TVyên Başûr hemûyan ev klîp dan. Min li wir xwediyê TVya “ Dengê Emerîka “ jî dîtin û wan jî klîba min girtin û niha diweşînin. Li Fransa û Ukraynayê tê weşandin. Tenê Roj û MMC nedan. Gotin di klîba “Efrînê “ de Canê cilên vekirî li xwe kirine. Li gor min ev behaneyek e. Di gişên TVyên me de hunermend cilên vekirî li xwe dikin. Panzdeh sal e keda min heye li ser sazî û TVyên me.

F.Savci: Roj TV qet klîbên te neweşandin?

Canê: Belê ji vê albumê klîba “Vegere” dan. Roj TV jî, MMC jî û hemû kanalên kurdan ev klîp dan.

F.Savci: Bi qasî em dizanin jiyana te gelek bi êş derbas bûye. Hin jinên ku di nava xeteriyan de dijîn diçilmisin. Radestî jiyanê dibin, tênakoşin. Gelek jinên me xwe dikujin, gelek demên dirêj di krîzan de dimînin. Tu gelek zindî yî, bi coş î û bi ezîm î. Sirê vê enerjiya te çi ye ?

Canê: Min çîroka xwe hemû ne got ji te re. Ez nêzî neh mehan di hepsê de jî mam. Panzdeh rojan di êşkencê de jî. Piştî vê êşkencê min salek tedaviya psîkolojîk dît. (Xwe nagre, hestir ji çavên wê tên. Û ez nizam çawa teselî bikim, ji dervî himêz bikim.) Carekê jî, piştî konserekê êrîşî ser min kirin, ez gulebaran kirim, sê gule ketin canê min. Û piştî vê yekê ez mecbûr mam birevim derveyî welat. Min nikarîbû hunera xwe li wir bidomînim êdî.

F.Savci: Lê ku stran tunebana te dê çi bikira Canê Xan?

Canê: Wele min ê jî xwe bikuştana. Lê na na, henakan dikim. Dizanim jinên me xwedî êşên mezin in. Lê xwe kuştîn, xwe şewitandin ne çareseriya tiştekî ye. Ez dixwazim di derheqê xwe de tiştek din ji te re bêjim. Min hîna ev ji kesekî re negotiye. Min nexistiye dokumentê jî. Wexta ku min zilamê xwe berda, malbata min biryar da ku divê ez bêm kuştin. Ji xwe dema ez dam bo ku bavê min rehmet kiribû apên min ez dam. Birên min jî buçûk bûn wê demê. Îcar ez namûsa wan bûm. Zavayê min jî li gel wan bû. Îcar şevekê biryar digrin û banî birê min ê biçûk dikin, dibêjin: “Here Canê bikuje, em ê werin bi te ve wê veşêrin. Ev biryara malbata me ye.” Birê min wê demê 12 salî ye, wê şevê tê ji diya min re dibêje: “Wele dê sibê Canê bê kuştin.” Diya min diqîre û dibêje ev tişt nabe. Wê şevê diya min ez girtim birim Edenê cem birayê min. Ew birayê min li Edenê dixwend hingê. Birayê min jî piştgirî da min, lewra çepgir bû, fikrên wî baş bûn. Û ez wisa xelas bûm ji kuştinê. Gelek malbatê me jî zarokên xwe dikujin û paşê dibên xwe kuştine. Îcar ez tim hedefan ji xwe re datînim. Ez dibêm ez ê vî tiştî bikim û di vê rêya xeyalan de jî qet nawestim. Mesele niha jî xeyalek min heye, dixwazim di festîvala klîban de xelata zêr bigrim. Û ez bang li keçên kurd dikim ku hedefan ji xwe re daynin, xwe nekujin. Hêza jinê pir e. Jiyana min mînakek e bo hemû jinên kurd. Min xwe ji kuştinan xelas kir, hêvî dikim hemû keçên kurd jî riyeke serkeftî bidin ber xwe.

F.Savci: Ez gelek spas dikim bo vê hevpeyvînê. Serkeftinê dixwazim, serkeftinên mezintir.

Canê: Ez jî ji te re spas dikim. Bo ku piştî panzdeh salan vegeriyam welatê xwe ez gelek şad û bextewar im

CopyRigt 2008 Giremira.com Desing(Bagok)