DESTPEK

 HEVPEYVÎN BI BEHMEN QUBADİ RE: JIN XWEDAYA MIN E

 Li ser nave malpera giremira.com Fatma savci:

Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navnetewî de, filma Behmen Qubadî ya bi navê “Nîvê Heyvê” li Stenbolê ket vîzyonê. Behmen Qubadî ku tevlî hemî astengiyên desthilatdar û kelepora paşveru ya civakî ve, neynik daye ber rastiya kurd û hêjayiya filmên xwe bi gelek xelatên navnetewî daye îspatkirin, li Stenbolê eleqeyek mezin dît. Ez ne dixwazim qala wî , ne ya filmên wî bikim niha ji we re. Min xwest ez li afirînêrek kurd ku me gelek diêşîne, diramîne, hêrs dike, bi hêvî û bextewar dike, Behmen Qubadî guhdar bikim û bi we re par bikim. Hêvîdar im hûn jî bi qasî min kêfxweş bibin bi vê hevpeyvînê.

Fatma Savci: Gelek kes we û filmên we dinase. Lê dîsa jî ez dixwazim we ji we bibihîzim. Hûn dikarin bi kûrtayî xwe bidin nasîn?

Behmen Qubadî: Ez ji xelkê Baneyê me. Bane bajarekî biçûk e û li ser sînorê Îran û Îraqê ye. Dayika min ji Baneyê ye, bavê min xelkê Sînê ye. Ez hîna yazdeh salî bûm, malbata min ji ber şerê navxweyî çu bajarê Sînê. Ez li Sînê mezin bûm. Sînê bajarekî mezin bû, ciyê cand û hunerê bû. Ez jî di vî bajarî de, bi kulturê gihîştim. Min hêdî hêdî fotgraf naskirin. Wê demê zanîngeh tunebû, lê enerjiyek min hebû. Berî panzdeh salan encex ez çûm zanîngehê. Min zanîngeh li Tahranê xwend, lê min neqedand. Lewra tiştek fêr nedikirin, min dev jê berda, çûm pratika vî karî. Pratîkê tecrubeyek baştir bi min re afirand. Min di pratîkê de 30-35 kûrtefilm çêkirin û asîstaniya 200 derhêneriyê kir. Û heya niha min çar filmên dirêj çêkirine.

F.Savci: Mîna ku tu bi her filmê xwe tolekê dihilînî, hestek tolê dibînim di filmên te de, ji kê û ji çi dihilînî vê tolê ?

Behmen Qubadî: Ez mêrekî pir bi hêrs im. Zor esebî me. Di dilê min de pir êş hene. Dixwazim biqîjim, bikim hewar. Her filmêkî min qîjînek min e. Wek ku bibêjim “Aaaaaa!” ev e her filmek min. Bes hin caran mecbur im pir letîf û bêdeng û şaîrane film çêbikim. Lê dîsa jî tundî heye. Di filmên min de tundî heye lewra di jiyana min de tundî heye. Ji wextê ku ji dayik bûme, heya mezin bûme wekî kes, wekî malbat min tundî dîtiye. Min êş dîtiye. Vê êşê di xwîn, can û giyana min de cî girtiye. Ez hewl Didim kompleksa van 36-37 salên xwe bidim der, xwe vala bikim, van qîjînên nava xwe derxim derve. Înşeleh wê rojek bê ku ev qîjînên min biqedin, wê demê ez ê filmên tenhatir çêbikim. Bawer bike ev filmên min kêm dimînin ji qîjînen min re. Ku film li gor qîjînên min bin, divê filmên mezintir û kurtir bin. Hin caran ez xwe bi xwe sansur dikim. Ez ji bo Kurdan sansur dikim, ji bo hûkûmeta Îranê, ji bo îslamê xwe sansur dikim. Ev yek nahêle ku qîjîna min yanî filmê min mezintirîn bibe. Ev ne zemaneke ku tu li gor dilê xwe filmekî çêbikî mixabin. Ji sedî pêncî dikarim bibêjim di filmên xwe de civaka kurd, hûkûmeta Îran û ya Tirkiyê yên nîjadperest sedema sansurê ne. Ez jî hez nakim şax bi şax bibim, xwe bikim beş bi beş. Hez nakim bi tundî şer bikim bi van eniyan re. Bi dûrbîn gilî dikim, henek dikim, îtîraz dikim qîjînan didim.

F. Savci: Em ên din fam dikin bê ji bo çi dibin sedema sansuran. Lê gelo kurd bi çi awayî dibin sedema sansûrê ji bo te?

Behmen Qubadî: Problemên kurd gelek in. Ez çi çêbikim dê cemaetek biçûk îtîraz bike bêje bo çi wiha dikî? Hinek dibêjin; “bo çi jin stranan di filman de dibêjin, guneh e”. Hinek dibêjin; “tu bo çi zarokên bê dest û pê nîşanê cîhanê didî ku kurd wihan in?” Dixwazim li ser mafê jinan film çêbikim, lewra zilm û tundiya mêrên kurd li ser jinê heye, divê filmên van çêbibin. Lê hinek kes hene dibêjin kurdan wisa nîşanî alemê nede. Ferhengek, kulturek, dîrokek kurdan a payebilind, berz heye, lê kultura sînemayê tune ye mixabin. Yê me bes kelam heye, gotin heye. Ne pirtûk hene, ne wêne hene. Bes gotin heye. Bi kurtayî ez nikarim her sahneyê li gor dilê xwe çêbikim. Nikarim du kesên ku hevdû radimûsin, bi hev şa dibin têkim sahneya xwe. Ev qedexe ye bo min, lewra kurd îtîraza vî tiştî dikin. Tenê filmên hûmanîst çêdikim, bes ewqas.

F. Savci: Dema tu filman çêdikî, ji nivîskar, çîroknûs û romannûsên kurd sûde werdigrî gelo?

Behmen Qubadî: Na. Bes yek mirovî dinasim M. Eta Nîha. Kurekî pir zîrek û baş e. Bes divê em senarîstan peyda bikin. Senarîstên me Kurdan tune ne. Nivîskar û senarîstî du şaxên hûnerî yên cuda ne, du ilmên cuda ne. Encex pênc - deh salên din senarîstên wek min ji nav me derên. Ez niha bêjim Şêrko Bêkes ka bo min helbestekê binivîse, nabe. Ez bi xwe dertêm nava civakê, dibînim, ka mesele çi ye, mijar çi ye, çawa dikarim bikim fîlm. Lê lazim e, pir pir lazim e ku divê ez ji edebiyata kurd, ji dîroka kurd sûde werbigirim. Min heya niha çar film çêkirine. Niha ez hewl didim li ser çîrok û kompleksên xwe filman çêbikim. Bes înşeleh du salên din pênc salên din, prodiksiyonên mezin ên kurdan çêbibin û ez filmên dîroka kurdan çêbikim, filmên romanên kurdan çêbikim û ji nivîskarên kurd jî kar werbigirim. Lê ji bo me teqez senarîst lazim in. Divê yên ku teknîka senaryoyê dizanin hebin. Gelek çîrokên me hene lê divê ev li gor teknîka senaryoyê bin ku em bikaribin sûde werbigrin. Birayekî min heye li Fransayê beşa senaryo dixwîne mesela, eger vî ilmî baş fêr bibe dê alîkariya min bike.

F. Savci: Birêz Qubadî, piştî her qedandina filmekî hûn çi hîs dikin? We di nav axaftina xwe de got ku ez film ji êşa xwe, ji qîjîna xwe çêdikim. Ku we her filmek çêkir, ango her qîjînek da hûn hinek rehet nabin?

Behmen Qubadî: Qet na, qet! Hîç rehet nabim piştî qedandina filmê. Lewra piştî filmê tiştên zor destpêdikin. Divê ku paşî em bidin naskirin, herim festîvalan, hevpeyvînan û tiştên din bikim.Ev ji çêkirina fîlman pir zehmetir in li ba min. Zemanê min ê herî baş ew dema ku li ser filmê dixebitim e.Bawer bike yek roja min bi rehetî derbas nebûye. Na, na na, qîjînên min qet kêm nabin. Her dixwazim bêtir kar bikim loma. Niha şeş projeyên min hene, dixwazim her şeşan xelas bikim. Piştî ku min ev qedandin bêyî ku yek rojê rehet bibim ez ê dest bi projeyên din bikim. Bawer bike, rojeke min a xweş çênebûye li jiyanê. Ez yekî tamakar im, her tiştên mezintir dixwazim, ez hewl didim ku dema ez bimirim bîst filmên min hebin, ne pênc- şeş. Loma ji Xwedê dixwazim ku temenê min dirêj bike.

F.Savci: Hûn karektera jinan xweş didin û aşînayên êşên wan in. Jin bo we çi ye?

Behmen Qubadî: Jin ji bo min Xweda ye. Xwedaya li ser erdê ye. Jin Xweda bi xwe ye, afirînêr e. Dayika min ez dam, ez çêkirim. Xwedaya min dayika min e. Li dûv Xweda, Xwedaya erdê dayika min e. Navê dayika min Îran e, navê wê, welatê ku ez lê dijîm e. Dayika min çavên min li dinyayê vekirin û şîrê xwe da min. Li cem min jin li jor, pir li jor û mêr pir li jêr in. Li cem min pir ji hev cuda ne jin û mêr. Lingek jinê li jor, yek li jêr e, tiştek wek ferîşte ye bo min. Jin him tiştekî erdî, him esmanî ye.

F.Savci: Projeyên we li ser jiyana Bakurê Kurdistanê hene kak Qubadî?

Behmen Qubadî: Projeyeke min he ye li ser çîroka jin û mêrekî ku jiyana wan li girtîgehê derbas dibe. Ji sedî heft li Stembolê, ji sedî çil li Diyarbekirê derbas dibe film. Lê hîna ez li ser senaryoyê dixebitim. Îhtîmal heye ku biguhere. Projeyeke mezin e û hêvîdarim wê encamek baş bide. Lewra piştî filma “Yol” ê Yilmaz Guney ne heq e ku filmên biçûk li vir çêbibin. Ev gelek sal in li ser kurdên Tirkiyê filmên baş nehatine çêkirin, hêvîdar im ku bikaribim filmekî mezin çêbikim.

F. Savci: Mîna ku mêla Kurdistana Îranê bêtir li ser sînemayê heye, ne wisa?

Behmen Qubadî: Rast e, wisa ye. Bandora sînemaya Îranê jî li ser civaka me heye, em nikarin vê rastiyê înkar bikin. Ez nêzî sêsed, belkî zêdetir ciwanên kurd dinasim ku bi sînemayê re eleqedar in. Ev ciwan li Banê, li Sînê, li Mahabadê dijîn, hemî jî filman çêdikin û dixwazin çêbikin. Ceribandinên xwe yên baş hene, ev ê pêş bikeve. Li Kurdistana Îraqê jî ev eleqe pêşdikeve, baştir bûye. Ez dibihîzim ku li nav kurdên Tirkiyê jî ciwan dixwazin filman çêbikin, lê kes piştgiriya wan nake, Tirkiye piştgiriya wan nake. Înşeleh dê rojekê piştgiriyek baş çêbibe û sînemaya beşê Kurdistanê yê mezin gelek baş çêbibe.

F. Savci: Wisa difikirim ku berhema her hûnermendî li ber dilê wê/ wî qedrekî xwe yê cuda heye. “ Nîvê Heyvê” bo te çi ye?

Behmen Qubadî: Kurdîtirîn filmê sînemaya kurd “ Nîvê Heyvê “ ye dibêjim. Pir nêzîkî jiyana kurd a îroyîn e. Filma min a herî profesyonel e. Filmeke civakî ye.

F.Savci: Di çapemeniyê de hat gotin ku hin pirsgirêkên we yên tenduristî hene. Derbasî be, hûn dikarin bo vê mijarê hin agahî bidin hezkiriyên xwe, meraqa we dikin lewra.

Behmen Qubadî: Ez di meha duduyan de li Avusturyayê bûm, pir nexweş bûm. Hefteyekê li nexweşxaneyê raketim. Serêşeke pir pîs bi min girt. Nizanim ew çi bû. Lazim e du hefteyên din dîsa herim kontrolê li Tehranê. Hişê xwe gelekî diêşînim, pir hêrs û bi coş dibim, pir bê kontrol kar dikim, dibe ku ji vê yekê be.

F. Savci: Derbasî be car din, hêvî dikim hemî xeyalên we bi cî werin û her serketî bin. Bo hevpeyvînê jî gelek spas dikim.

Behmen Qubadî: Ez jî gelek spas dikim.

CopyRigt 2008 Giremira.com Desing(Bagok)