|
DUYURU!
Değerli gırèmira.com okuyucuları yakın bir
zamanda bizde teknolojinin gelisiminden yararlanarak
www.giremira.com
sitesini siz okuyucularimiza daha iyi bir hizmet icin ve dahada
guzellestirmek ve beldemizin hizmetine sunmak icin sitemizin
butun formatini degistirecegiz, onun icin önumuzdeki bir kac
hafta icinde eger bazi hatalarimiz olursa simdiden sizden af
diliyoriz. Giremire yönetimi
|
GİRMELİ
BELDESİNDE DTP’E HİZMETE BAŞLADI
Bugün girmeli beldesi sağlık
ocağı yıkıldı.Fare ve sıçanların bastığı ve lağam
kokusuna daha fazla dayanamayan sağlık personeli bir
yıldır beldeden göç eden belde halkının boş evlerinde
kalmak zorunda kaldı.Hiç bir muayene aletinin olmadığı
ve çok sağlıksız koşularda hizmet veren sağlık ocağı
yerine yenisi yapılmak üzere yıkıldı.hem Girmeli
beldesine hemde civar köylere daha iyi bir hizmet
verecek bir sağlık ocağı inşa edilecek.bütün muayene
aletleri bulunacak ve ayrıca bir tanede ambulans
getirelecek. Sağlık ocağı lojmanlarla birlikte dört ay
içinde bitirilip hizmete sunulması bekleniyor.
Fotograflari
görmek icin tiklayin |
|
AZÎZ OGUR |
Girêmîra
|
Encam û bandorên hilbijartinên 29’ê Adarê hê jî
têne guftûgokirin. Tevî hemû dek û dolab û
planên xêrnexwazan jî serkeftina gelê kurd a bi
îrade di dîrokê de cihê xwe bi tîpên zêrîn
girtiye. Car caran hewldanên bidestxistina
şaredariya bajarokekê dibe qada têkoşîna hêzên
sereke yên welêt.
Mînakeke berbiçav a vê rewşê betalkirin û jinûve
pêkanîna hilbijartina şaredariya bajaroka
Girêmîra ya bi ser Nisêbîn a Mêrdînê ve bû.
Mirov dikare bi rehetî bêje hilbijartina 7’ê
hezîranê ya li Girêmîra pêk hat mînyaturekî
hilbijartina 29’ê Adarê ya bûbû qada tekoşîna
kurdê bi îrade ya li dijî dewleta tirk û kurdên
kevneperest ên girêdayî dewletê û AKP’ê.
Namzetê AKP’ê Yusuf Turgay ku tevî hemû lîstik,
dek û dolaban jî hilbijartin li dijî girmîriyê
xwedî îrade winda kir vê carê bi şertê
pêşxistina cerdevanî û bêhtir xizmetkirina
siyaseta înkara kurdan a dewleta tirk û AKP’ê
kete nava tevgerê. Ji herêmê heta bi navenda
siyaseta dewleta tirk Enqereyê hemû rayedar û
hêz xistin tevgerê û hilbijartina ku DTP’ê bi 37
dengan bidest xistibû da betalkirin.
Eşîr û hêzên girêdayî dewletê û AKP’ê jî 7’ê
hezîranê û Girêmîra mîna rowanşa 29’ê Adarê
girtin dest. Bi gotineke din di 7’ê hezîranê de
li Girêmîra ne hilbijartineke hatibû betalkirin,
hilbijartineke ku dewlet û hemû hevkarên xwe yên
li herêma Mêrdînê mîna hilbijartina serkeftin an
têkçûna xwe didîtin pêk hat. Ji leşkeriyê heta
bi walîtiyê, ji serokeşîr, sercerdevanan heta bi
oldarên takiyevan tevan xwestin bi bidestxistina
Girêmîra rewşeke emsal derxin û ji bo di demên
pêş de jî heman rewşan biafirînin deriyekî
vekin.
Di vir de helwesta bi rûmet aligirên DTP’ê yên
li Girêmîra û desteka gund, bajarok û navçeyên
derdorê ya ji bo aşkerabûna îradeya azad a li
beldeyê were silavkirin. Li hemberî hewldan û
tevgera dewlet, hikûmet û hêzên li herêmê bûne
dûvikê wan algirên DTP’ê li Girêmîra
berxwedanake bêhempa nîşan dan. Gelê Nisêbîn û
gundên derdorê jî ev hilbijartin mîna pêvajoya
diyarkirina îradeya tevahiya gelê kurd girtin
dest û dilê wan ji bo serkeftina DTP’ê lêxist û
wisa jî ketin tevgerê.
Tevî komkirina hemû hêz û derfetên dewlet,
hikûmet, eşîr û cerdevanan a li Girêmîra jî di
hilbijartina 7’ê hezîranê de DTP’ê 581 deng,
AKP’ê 458 deng bidest xistin. Ferqa navbera
DTP’ê û AKP’ê ji ferqa hilbijartinên 29’ê Adarê
4 qatan zêdetir bû û 37 a lê îtîraz hate kirin û
bû hinceta betalkirina hilbijartinê di 7’ê
hezîranê de derket 123’ê dengan.
Di vir de çend rastiyên berbiçav derketine holê
ku pêwîst e mirov destnîşan bike.
- Êdî her diçe eşîrtî, cerdevanî, hevkariya
dewletê hikmê xwe li Kurdistanê winda dike.
Mirov dikare bêje heta hilbijartineke din hin
herêmên ev derdor bi zorê di destê xwe de
digirin jî wê bikevin destê xwediyê xwe yê rastî
û desthilatdariya gel were avakirin.
- Li cihê ku îradeya gel derketibe pêş hêza
dewletê, zext, lîstik, gef nikarin gavê bi gel
bipaş de bidin avêtin.
- Di demeke kurt de bê jî têgihiştina DTP’ê ya
rêveberiyên herêmî û şaredariya azad bandora xwe
li ser gel û herêmê nîşan dide.
- Li hember hewldanên betalkirina hilbijartinan,
afirandina provokasyonan, anîna dijberî hev a
gel, pêşxistina cerdevanî û ketina bin xizmeta
dewlet/hikûmeta AKP’ê kesên ku di hilbijartina
borî de bi xwe destek dabûn namzetên AKP’î jî
bêzar kirin. Zêdebûna ferqa dengan a di vê astê
de jî ji ber vê yekê bû.
- Êdî tu hilbijartin mahalî/herêmî nîne û
navçeyek, bajarokek, heta gundek tevahiya herêmê
eleqedar dike. Li Nisêbîn û hemû gundên wê heta
tevahiya Kurdistanê pîrozkirina serkeftina DTP’ê
ya li Girêmîra tê wateya hevgirtin û yekbûna
hestên gelê kurd.
Girêmîra ku bajarokek biçûk e şahidî ji
têkoşîneke bêhempa ya îradeya azad a kurdên
nûjen û kurdên kevneperest re kir. Di heman rojê
de li Gimgima Mûşê jî hilbijartin a Meclîsa
Şaredariyê hebûn. Di vê hilbijartinê de jî DTP’ê
bi serkeftineke ji sedî sed tevahiya endamên
meclîsê bi dest xist.
Li Girêmîra û Gimgimê îradeya kurd bi ser ket û
careke din hate piştrastkirin ku tu hêz û
hevkarî nikare xwe li ber îradeya mirovên azad
bigire. Hemû kesên di vê serkeftinê de xwedî par
ji dil û can pîroz dikim. |
|
|
DIXWAZE DI NAVBERA ÇANDA GELAN Û SIYASETÊ DE
BIBE PIR
|
HAYDAR DILJEN – ÇETÎN
ALTUN
Siyasetmdera kurd a ciwan
Evîn Çetîn li Swêdê di hilbijartinên
parlemantoya Yekîtiya Ewropa de bi girtina 22
hezar dengên tercîhî ve bal kişand ser xwe. Di
partiya xwe de di rêza 29’emîn de hat nîşandan
lê bi dengên ku girt ve heta rêza 5’emîn hat. Ji
niha ve derdorên siyasî yên Swêdê meraq dikin,
gelo Evîn dê di hilbijartinên 2010’an de di rêza
çendê de bê nîşandan. Evîn ji bo pêşerojê
portereyeke siyasetmedarekê derdixe holê.
Siyasetmedara ciwan di nav
partiya xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd
û asurî-suryanî û gelên din yên bindest,
pirgirêka jinê, penaberan û pirsên şîrketên
biçûk têdikoşe. Çetîn ji bo çareseriyê dixwaze
peywira pireyê bike. Di xebat û kampanyayên xwe
de bi taybet cih dide pirsgirêka kurd, jin û
ciwanan. Çetîn siyaseta Yekîtiya Ewropayê ya li
hemberî kurdan rexne kir û bilêv kir ku YE li
hemberî kurdan durûtiyê dike û divê ji bo ku
kurd pirsgirêkê bikin rojeva Ewropayê û cîhanê
divê bi rêk û pêk xebatên lobiyê bimeşînin.
Di ciwaniya xwe de
bûyî namzetê Parlamentoya Ewropayê û û her çiqas
nehatibî hilbijartin jî te gelek deng girtin. Te
dikaribû wekî ciwan ji xwe re wekî pîşe tiştekî
din hilbijarta, çima siyaset?
Ez gelek caran dibêjim
hatina min a dinyayê siyaset bû. Niha tu li
tarîxa dê û bavê min dimêyzînî, însanekî
mezopotamyayî li ser vê axê li gorî siyaset û
tarîxê û baweriyan yeke xrîstiyan û yekî
misliman bi hev re zû zû nazewicin. Lê dê û bavê
min bi hev re zewicîne. Paşê malbata min ji ber
sedemên siyasî çûn derveyî welat û li Swêdê bi
cih bûn. Ez di nav malbateke weha de mezin bûm.
Niheqîyên ku dihatin kirin bandoreke mezin li
min dikir. Ez wek ciwanek gelek pê diêşiyam.
Divê min tiştek bikira. Min fêm kir ku mirov bi
tenê nikara di siyasetê de biser bikeve. Min di
nav ciwanên Partiya Sosyaldemokrat de dest bi
siyasetê kir.
We di
hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de nezî 22
hezar deng girtin. Dema mirov hejmara dengên
namzetên kurd ên din hemûyan dide serhev nîvê
dengên te nake. Gelo sedema evqas denggirtina te
çî ye?
Ez bawer dikim kî di
hilbijartinan de çi xebatê bike dê li gorî wê
encam bigire. Lê ez dikarim bibêjim di nav
xebatên me de gelek însanan alîkarî dan me û cih
girtin. Kurd, asurî-suryanî, misilman,
filistînî, somalî di xebatan de piştgirî dan
min. Me teknîk baş bi kar anî, di kampanyaya min
de ciwan û jin gelek aktîf bûn. Me pirsên jin,
ciwanan, hevkariya navneteweyê, pirsên şîrketên
biçûk derdixistên pêş. Li ba hilbijêran ji bo
namzetên ciwan û yên xwedî ûslûbeka nû ya
siyasetê hezkirinek hebû. Gelek kesan digot em
dixwazin siyasetmedarên nû derkevin. Me
siyasetmedarên ku bikaribin siyaseta Yekîtiya
Ewropa biguherin divê.
Di hilbijartinê de ji min
re digotin keça pîzacî. Çima? Ji ber ku di vê
hilbijartinê de wezîrên berê, parlamenterên
parlamentoya Swêd, siyasetmedarên navûdeng
hebûn. Lê ez wekî keçekê di lîsteya partiya xwe
de di rêza dawî de ketim hilbijartinê. Û me bi
kampanyayeka bi rêk û pêk nîşan da ku mirov
dikare wek keçeka pîzacîyekî ji rêza 29an were
rêza 5ê. Ji ber vê yekê hem kampanyaya me hem jî
encamên hilbijartinê gelek bala derdorên siyasî
û çapemeniyê kişand ser xwe. Helbet ev ji bo
demokrasiya Swêdê ya di nav partiyan de jî
pêşketinek bû.
We kampanyaya
hilbijaritinê de kîjan pirs û mijarên civakê
derixst pêş û dikarin hinekî behsa wan pirsan
bikî?
Pirsên ku min di
kampanyayê de derxiste pêş, siyaseta Yekîtîya
Ewropayê ya ji bo kurdan, suryaniyan,
afrîkayiyan ji bo rojhilata navîn bû. Pirsgirêkê
din jî ew bû ku, pirtir di warê aborîyê de, li
Swêd û Ewropayê ferqa di navbera çînan de her ku
diçe mezintir dibe. Penaberên ku tên Swêd û
Ewropayê pirsgirêkan dijîn. Dibe ku çûbûn
zanîngehan xwendibin jî lê dema ku tên vira
civak bi çavekî din li wan dimêyzîne. Pergala ku
heye li dijî wan e. ev pirsgirêk gelekî muhîm
bû. Di vê pergalê de berjevendî li gorî karsazan
tê meşandin û ew tên parastin. hin şîrket cih
nadin biyaniyan ku di nav wan de bixebitin û ew
jî ji bo kar mecbûr dimînin şîrketên xwe vekin.
Min nakokiyên wê pergalê derxistin pêş. Dîsa min
pirsgirêka jinê derxist pêş. Her tim tê gotin ku
li Rojhilata navîn û di ola îslamî de cihê jinê
nîne. Min jî digot ev pergala hin welatên ewropî
paştetir e. Çima? Ji ber ku li Ewropayê li hin
welatan jin wekî metaryalekî tê dîtin. Wekî
feraqekî, cilekî. Min digot li hin welatên
ewropî bedena jinê difroşin û xwe li ser vê
didin jiyandin û dewlet jî bacê (vergî) ji van
digire. Min ev rewş rexne dikir.
Jineke kurd ku li
vê axê çûye Ewropayê li wir ji aliyekî ve jinê
diparêzê ji aliyekî ve penaberan diparêzê ji
aliyê din vejî ji bo îspata hebûna xwe
têdikoşe. Hûn wê rewşê çawa şîrove dikin ?
Ji bo însanên ku ji vê axê
diçin Ewropayê gelek rê hene. Hinek hene ku li
xweşiya xwe digerin; koka xwe, ji kû hatiye û
nasnameya xwe ji bîr dikin. Hinekê din jî hene
ku li koka xwe digere, li wê sîstema ku hatiye
afirandin dimeyzinê û dilê wê ji bo guhertineke
baş lê dixê. Ez bawer dikim di vir de ya herî
girîng ew e ku ji alîyekî ve di nav siyaseta ku
li dijî disekine de bimîne û ji aliyekî ve
xebata hebûna xwe bimeşîne. Partî di diyarkirina
rêza namzetan de neheqîyê dikin. Lê divê ez vê
jî bibêjim, girtina min ya 22 hezar dengên
tercîhî ji bo hemû partîyan sînyaleke baş e.
Alîyekî din ê erênî yê vê yekê ew e ku swêdiyan
jî dengên xwe dan yeka ku koka xwe ji derveyî
Swêdê ye.
Tu gelek caran tê
Tirkiyeyê û diçî û gelek têkiliyên te bi DTP û
şaredariyan re heye û niha jî tu bi heyeteka
Swêdê re ji bo serdana DTP’iyan hatî Amedê.
Sedemê evqas eleqenîşandayîn we ya ji bo vir çi
ye?
Li Ewropayê, li gorî min,
problema herî mezin ew e ku pirsgirêka kurd ne
li ser masa wan e. Li gorî min sedema wê
tunebûna lobiyaka xurt ya me kurdan e. Di nav
parlamentoyan de siyasetmedarên me nîn in.
Sedemeke din jî haya ewropiyan ji tiştên ku li
Tirkiyeyê diqewimin nîne. Bifikirin, di Newrozê
de li Amedê mîlyonek însan tên cem hev lê me li
Swêdê carekî nûçeya wê nedît. Mîlyonek însan ji
bo ku daxwaziyên xwe bînin ziman kom dibin lê
kesek dengê wan nabîze. Ez weke keçeke ciwan, ji
bo ku ew vê rewşê bi çavên xwe bibînin
delegasyonan tînim vir û ew bi çavên xwe tiştan
dibînin. Dive em li li Ewropayê bi gelên din re
têkiliyên xwe qut nekin. Em wekî delegasyona
Partiya Sosyal Demokrat di hilbijartinên
parlamentoyê û yên herêmî de hatin vira û
partiya me astengî û problem bi çavên xwe dîtin.
Partiyeke wekî DTP’ê ku
evqas girîngiyê dide jinan heta ji bo jinan
kotayê bi kar tîne û ev siyaseta DTP li Ewropayê
ji siyaseta gelek partiyan pêştir e, lê çapemenî
qe cih neda vê mijarê. Li gorî min di serî de
hatina partiya min û yên Ewropayê têkilîdanîna
bi DTP’ê re girîng e. Ev beriya her tiştî
nêzîkahiya negatîf a ji bo DTP’ê ji holê radike.
Tirkiye li Ewropayê gelekî dixebite, li her derê
semîneran didin, lobîst û siyasetmedarên tirkan
hene. Hebûn Feleknas Uca ji bo enformasyondayîna
DTP’ê girîng bû. Mînak di Partiya Sosyaldemokrat
de behsa hevdîtên bi DTP’ê re nedihat kirin lê
niha bertek nîşanî girtiyên DTP’î dikin. Em
mecbûr in lobî bikin. Bê lobî em nikarin vê
meselê deynin ser masa wan û çareser bikin.
Zimanê me hate
qedexekirin, em wekî milet nedihatin qebulkirin,
heta niha zilm û zorî li ser me tê meşandin lê
em bi lobiyên xwe ve dikarin rihet van bînin
ziman. Ya din jî ji ber tunebûna dewletê
dîplomasiya me nîn e. Lê divê em ji bîr nekin ku
dewletên rojhilata navîn kurd wekî kesên ku dijî
demokrasiyê dane nasîn. Divê kurdên ku li Ewropa
û cihên din dijîn têkevin nava siyasetê û
lobiyan çêkin. Divê herî kêm di her
parlamentoyeke dewletekî de 40-50 parlamenterên
dostên me hebin. Dewletên Ewropayê li gorî
berjewendiyên xwe siyasetê dikin û bejvendiyên
xwe ji mafê gelên bindest girîngtir dibînin.
Rewşa ciwanên kurd
li Ewropayê çawan e û çawan dikarin di pirsa
kurd de bandorê li ewropiyan bikin?
Heta niha potansiyela me
nebû. Lê em ji bîr nekin Zanîngehên Ewropa bi
xwendevanên kurd ve dagirtî ne. Ciwanên kurd
gelek pîşeyên girîng de perwerde dîtine û
dibînin. Çanda ewropiya dizanin, siyaseta
ewropiyan dizanin. Bingeha pirsgirêka kurd baş
fêm kirine. Dizanin ku dewlet, Yekîtiya Ewropa û
hetta Amerîka çawa vê pergalê dimeyzînin.
Potansiyeleke gelek mezin heye. Ciwanên me ji bo
çareseriya pirsgirêka kurd canê xwe didin, gelek
malbat di vê rê de gelek fedakarî kirin û dikin.
Dewerên ku vala ne ji bo me girîng in. Mînak
parlamentoya Ewropayê vala ye divê kurd tije
bikin. Ev gelek muhîm e. li Amerîkayê îro biryar
tên stendin, ew der vala ye. Heger em van deran
tije nekin ez bawer nakim em pirsgirêka kurd
têxin rojevê.
Eliasson ku kesekî
girîng e di kampanyaya hilbijartina te de. Gelo
ji bo çi piştgirî da te?
Eliasson dema wezîr bû jî
têkiliyên min bi wî re hebûn. Em di heman
partiyên de bûn. Di civînekê de ez gelekî hişk
çûm ser wî. Sedema wê jî me di çarçoveya projeya
me de me pirtûkên swêdî wergerandibûn kurdî û ev
pirtûk ji bo zarokên kurd şandin Tirkiyeyê.
Gumrukê nehişt ev pirtûk têkevin welat. Me dê
bişandana Batmanê. Nêzî salekî hatin sekinandin.
Di sala 2006’an de. Min bi xwe jî di nav wê
xebatê de cih digirt. Mi di civînê de got ger
dewleteke mîna Swêde nikaribe van pirtûkan
bigîhîne zarokên kurd û kesekî mîna te ku tu
dibêjî ez mafê mirovan diparêzim jî wezîrê derve
be, eger ew pirtûk negihêjin zarokên kurd ezê ji
vê partiyê derkevim û li dijî vê partiyê
bixebitim. Di navberê de 2 hefte derbas nebûn ev
pirtûk gihiştin Batmanê. Wî gotibû “cara yekem
e ku ez ciwanekê dibînim ku pêşeroja xwe
nafikire û li dijî wezîrekî derdikeve. Piştî wê
rojê têkiliyên me xurt bûn. Dîsa xebateke me li
ser Helepçeyê hebû wî piştgirî da me. Gelek
caran ji min re digot “tu mîna keseka ku têkeve
odeyekê hewa wir biguhere. Digot “ji bo
parlamentoya Ewropayê kesên wiha lazim in.”
Bîranîneke te herî
xweş û ne xweş çi ne?
Tiştê herî ne xweş,
siyaseta kirêj ku li hemberî min dihat meşandin
bû. Dihat gotin ku Evûn dê çawa hem mafê kurdan
û hem jî mafê asurî-suryaniyan bi hev re
bimeşîne. Vê yekê ez gelekî êşandim. Miletên ku
ji ber zilm û zoriyê bazdane, çawan dikaribûn
xwdiyê fikrên weha nasyonalîst bin. Hîn kesên
weha di nav suryaniyan de bûn û hin jî di nav
kurdan de bûn û li dijî min propaganda dikirin.
Ji kurdan re digotin Evîn suryanî ye çima kurd
dengên xwe bidin û suryaniyan re jî digotin Evîn
kurd e çima suryanî dengên xwe bidin. Bi her du
aliyan ve jî êrîşî min dikirin. Lê ew serneketin
hem suryaniyan û hem jî kurdên ku bi biratiya
gelan re bûn deng dan min. Min siyaseta xwe li
ser biratî û parastina mafê her du gelan
dimeşand.
Tiştê herî xweş keçikeke
genç digot ger îmkanên min hebin ez jî dixwazim
wekî te siyasetê bikim. Bavê min digot, min
gotiye keçeke kurd çawa wiha serkeve. Vêya bala
gelek keç û dayikan kişand. Vê yekê hêz dida
min.
Di civîneke ku ji
16 welatên cûda xwendekar beşdarbûn de te
axaftinek kir û te bi axaftina xwe gelek bandor
li wan kir. Wan piştî civînê hewl dan ku
mamosteyên xwe îkna bikin ku deng bidin te. Te
çawa heman bandor li ser evqas ciwanên welatên
cûr bi cûr kir?
Ev pirseke zor bû. Ez vêya
bibêjim însanekî ku siyasetê bike, tiştên ku
diparêze bi dil û can neparêze nikare tesîrekê
li ser însanên din dayne. Di vê hilbijartinê de
min ev siyaset meşand. Min bi dilekî paqij
siyaset kir. Belkî jî gelek kesan, pirtir
ciwanan, li min dimêyzandin xwe didîtin. Ez
nizanim. Bavê min pîzacî ye belkî jî ez nêzî xwe
dîditin.
Tu pêşeroja
Yekîtiya Ewropayê ya ketina Tirkiyeyê çawa
dibînî?
Di hemû raporên ku ji bo
Tirkiyeyê tên amadekirin de tê gotin ku dewleta
tirk gavên pêş navêje, pêşketin nîne. Lê mixabin
di vir de dûrûtiya Yekîtiya Ewropa jî heye,
gelek dewlet dibêjin ji ber ku dewleta tirk ji
ber ku misliman e em naxwaz in, lê ez bawer im
Tirkiye dê têkeve nav Yekîtiya Ewropa. Şertên
krîterên Kopanhagê tenê li ser masê ne. Ji ber
ku ger rast bixwazin heqê kurdan yên bidin wan,
ev neheqiya ku li dijî siyasetmedarên kurd tê
meşandin û komplo tên meşandin divê dengê
Ewropayê zêde bilind derketa, lê hîç derneket.
Ev jî durûtiya Ewropayê dide xuyakirin. Tirkiye
îmtîyazan dixwaze. Hewl nade ku bişibe welatên
Ewropa dixwaze welatên Ewropayê bişibîne xwe.
Me gelek behsa
yekîtiya Ewropayê kir gelo li Ewropayê yekîtiya
kurdan çawa ye û li vir yekîtiya kurdan çawa
xuya dike?
Niha welatê kurdan tenê
nebûye çar parçe, di her çar perçeyekî de jî 40
parçe hene. Ev parçebûn tesîra xwe li ser kurdên
Ewropayê jî dike. Gelek partî hene gelek
rêxistin hene. Lê ez bawer im tiştê me di vê
hilbijartinê de da xuyakirin, em dikarin yekîtî
di nav kurdan de jî çêbikin. Di kampanyayê de ji
min re dihat gotin ku divê tu bibî dengê hemû
parçeyên Kurdistanê. Ev daxwazeke gelekî muhîm
bû. Ciwanên kurdan yên ku li Ewropa mezin bûne
cudahiyê di navbera parçeyan de nabînin.
Gel bihata
bijartin we yê çi xebat bikira?
Mijara jinê gelek muhîm e.
Ez gelekî girîngiyê didimê. 4 pirsên min xwe bi
tevahî ji bo pêşketina jinê rêxistin, siyaset,
civakê de hebûn. Lê mixabin em neketin hundir.
Hê em kar û xebatê devam dikin. Gelek caran me
di nav siyaseta xwe de jî da xuyakirin ku em
heqê jinê nikarin biparêzin. Di nav wî şerî de
yê ku herî zêde êş, zilm û zoriyê dikişîne jin
e, zarok e. Eger tu bixwazî civak bê guhertin
pêşî ji jinê dest pê bike.
Di vê kampanyayê de
projeke me ya herî mûhîm jî ev bû ku emê hê jî
vê projeya xwe bidomînin. Em dixwazin di nav
xwendekarên kurd ve lobiyekî ava bikin.
Daxwaziya min ji bo hemû gencê kurdan di serê de
Ewropayê û cihên ku lê dijîn rola xwe bînin cih.
Evîn Çetîn kî ye?
Evîn Çetîn bi eslê xwe ji
Girêmira ku girêdayî Nisîbîne ye. Malbata wê di
4 saliya wê de koçî Ewropayê kiriye. Çetîn
Zanîngeha Upsalayê beşa hiqûqê xwendiye û 4
zimanan dizane. Dayika wê asurî-suryanî ye û
bavê wê kurd e. Di partiya sosyaldemokratan a
Swêdê de di dema zanîngehê de di nav xebatên
ciwanan a partiyê de cih girt û li vir dest bi
siyasetê kir. Çetîn niha li Swêdê di nav xebatên
Partiya Sosyal Demokrat de cih digire û
şêwirmendiya siyasî ya şarerdarê Sodertelje
dike. |
|
|
|
Semînar bi beşdariya
Hasan Bîldîrîcî* www.kurdistan-post.com
Rewşa kurdan ya îro û ya sibê
Kerem bikin û werin em bi hev re li nivîskar û
rojnamevan Hasan Bîldîrîcî li ser rewşa Kurdistanê û kurdan ya
îro û ya sibê guhdar bikin. Axivtin mixabin dê bi zimanê tirkî
bê pêşkêş kirin lê derfeta pirs û bersivan dê bi zimanên din bê
amade kirin.
Hûn ji niha ve bi xêr
hatine!
Dem / Tid:
4 juli 2009 kl.14.00.
Cih / Plats: Stockholms Universitet, Hörsal B4, Södra
huset, Frescati
Amadekar / Arrangör:
www.ezkurdim.com och
www.wekurd.com
|
Neden içeride olduğumuzu bilmiyoruz
BAYRAM
ALTUN* / Geçen ay DTP`ye yönelik operasyon kapsamında tutuklanan DTP
Eşgenel Başkan Yardımcısı Bayram Altun`un Yasemin Çongar`a Diyarbakır D
Tipi Cezaevi`nden yazdığı `Görülmüştür` damgalı mektubun tam metnini
yayımlıyoruz
Sayın
Çongar, Şahsınızda
Taraf gazetesinin tüm çalışanlarına selam ve saygılarımızı sunarım.
Sizinle son dönemde yaşadıklarımızı paylaşmak ve bilgi kirliliğinin
dizboyu olduğu bugünlerde sorunun muhatapları olarak bilgilendirmek
istiyoruz.
Bildiğiniz gibi, 14 Nisan tarihinde
DTP`ye yönelik `siyasal darbe` girişimi olarak tanımladığımız
kapsamlı bir operasyonla önce gözaltına, sonrasında tutuklanarak
cezaevine konulduk. Cadı avını andıran seri operasyonlarla onlarca ilde
yüzlerce DTP`li gözaltına alındı ve 250`ye yakın kişi tutuklandı.
Tutuklanan arkadaşlar arasında üç eşgenel başkan yardımcısı,
MYK, PM üyeleri, parti yönetici ve çalışanları var. Yani hepsi
DTP`nin, demokratik siyasetin içinde yer alan arkadaşlarımızdır. Bu
kadar tutuklanmaya rağmen tek bir arkadaşımızda bir çakı bile yakalanmış
değil. Çünkü biz, sivil, legal, demokratik çalışma ve faaliyetlerinde
bulunan insanlarız. Dosyamızda gizlilik var. Emniyette bize tek bir
suçlamada bulunulmadı, soru sorulmadı.
KCK adına faaliyet yürüttüğümüz iddia edildi. Doğal olarak redettik.
Ellerinde delil olduğunu, teknik ve fiziki takip yaptıklarını söyleyerek
savunma yapma imkânı vermediler. Yani bilmediğimiz nedenlerden dolayı
içerideyiz.
Dosyamızda gizlilik olmasına rağmen kimi basında bizimle ilgili çarşaf
çarşaf yazılar, haberler çıktı.
Şemalar çizildi. Yargısız infazlar yapıldı. Geçmişte nasıl
andıçlanmaların yapıldığını biliyoruz. Sözkonuzu çarpıcı, saptırıcı
yayınlarla buna alet olanları esefle kınıyoruz. Bunu yargıya da
taşıyacağız elbette.
Demokratik seçimler sonucu açığa çıkan bir irade ve meşru bir temsiliyet
var. DTP bu anlamda bir irade, realite ve muhataptır. Kürt sorununun
çözümü için bir şanstır.
Dağdakilerin ovaya indirilmesinden, silahsızlanmasından bahsedildiği
bir ortamda yapılan bu operasyon tam bir provakasyondur. Ancak bu
şekilde izah edilebilir. Bu yönelim hukukî gerekçelere dayandırılmak
istense de siyasi bir yönelim olduğu açıktır. Bundan Türkiye`deki
demokratik siyasetin ve hukukun büyük yara aldığını düşünüyorum.
Sizinle paylaşmak istediğim esas konu kendi alanımızla ilgili
olanlardır. Anlatacaklarım davamızın bir karesi ve fotoğrafıdır.
DTP Ekoloji ve
Yerel Yönetimler Komisyonu`nu siz de biliyorsunuz. Ben bu
komisyondan sorumlu eşbaşkan yardımcısıyım. Diyarbakır`da bir büromuz
var. Komisyonumuzun kuruluşu, kimlerden oluştuğu, hangi adreste faaliyet
yürüttüğü DTP ve MYK kararları ile belirlenmiştir. Tüm çalışmalarını da
DTP`nin program ve tüzüğü çerçevesinde yapmaktadır.
Yerel Yönetimler Komisyonu`muzun gerçekten güzel ve Türkiye
demokrasisine mütevazı katkıları olacak çalışmaları oldu. Bu
çalışmalardan gurur duyduğumuzu, takdir beklediğimizi de belirtmek
isterim. Türkiye`de belediyelerin nasıl rant ve yolsuluklara konu
olduğunu biliyorsunuz. Biz herşeyden önce açık, şeffaf, denetlenebilir
bir belediyeciliği geliştirmeye çalıştık. Temiz bir yönetim, şeffaf bir
işleyiş ve halkın denetleyebileceği bir yapılanmayla belediyelere dönük
bakış açısını değiştirdik. Belediyelere gelen tüm imkânların hizmete
dönüşmesini sağladık.
DTP`li belediyelerin bu kadar fark yaratmasının sebebi budur. Özgür ve
halkçı bir belediyeciliği geliştirdik. Bunu başarmak için büyük bir efor
harcadığımızı belirtmek isterim. Ama çok ahlakî bir çalışma da
yürüttüğümüz için yorulmadık, bıkmadık. Bunun sonuçlarını aldıkça mutlu
olduk, motive olduk.İddia ediyoruz ki, tüm kıt olanaklara ve siyasi
iktidarın ayrımcı politika ve engellemelerine rağmen en temiz, şeffaf ve
en çok hizmet yapan belediyeler DTP belediyelerdir. Bağımsız bir heyet
bunu araştırabilir. Bununla da yetinmedik. Bu anlayışımızı bir model
tarzında geliştirmek istedik. Buna `özgür belediyecilik modeli` dedik.
Bu modelin birkaç sacayağı var. Demokratik, ekolojik, cinsiyet
özgürlükçü yerel yönetimler dediğimizde temel ilkeleri ortaya çıkıyor.
Bunlara kentsel hizmet ve ekonomiyi de eklediğimizde çerçevesi
netleşiyor.
Kısacası yerel yönetim alanında ciddi, uzun vadeli, stratejik bir
anlayış, yönetim ve yapılanmayı hayata geçirmeye çalışıyoruz. Birçok
parti elinde tuttuğu belediyelerdeki imkânları eş, dost veya partisi
için kullanmak istemekte, rant kapısı olarak görmekte ve sonuçta
buraları yozlaştırmaktadır. Biz bu anlayışı ortadan kaldırdık, yaranmacı
yaklaşmadık. Bu anlayış ve yönetim tarzımız, ilkeli duruşumuz halk
nezdinde de büyük takdir ve onay gördü. Son seçimlerde bu başarıya
ulaşmamızın bir nedeni de budur diye düşünüyorum.
Yaptıklarımızda samimi ve inançlıyız. Kadın özgürlüğüne ve eşitliğine
büyük değer veriyoruz. Kadın, partimizde irade kazanıyor. Erkeğin
gölgesinden çıkıyor. Bunu bir lütuf olarak da görmüyoruz. Bugün
Türkiye`de toplam 19 kadın Belediye Başkanı var. Bunun 14`ü DTP`lidir.
Tek il kadın Belediye Başkanı (Tunceli)
DTP`lidir. Bu rakamlar bile tek başına yeterlidir.
Demokrasinin yerellerde inşa edileceğine inanıyoruz. Bu nedenle
demokratik kurum ve insiyatifleri geliştirmeye çalışıyoruz. Mahalle ve
kent meclisleri ile kentin sorunlarına, çözümüne ve belediye karar
süreçlerine aktif katılımı öngörüyoruz. Daha da genişletebileceğimiz bir
çok noktada sivil, demokratik bir yönetim ve anlayışı geliştirmeye
çalışıyoruz. Bütün suçumuz bu işte!
Nasıl bir senaryoyla suçlandığımızı biliyor musunuz? Yerel yönetim
komisyonumuz sanki DTP`ye değil, KCK`ye bağlıymış gibi ele alınıyor.
Büromuz örgüt evi olarak lanse ediliyor. Ortam dinlemesi yapılıyor.
Belediye başkanları ve seçilmişleri KCK adına yönlendirdiğimiz, tahakküm
altına aldığımız söyleniyor. İşte sözün bittiği nokta! Bu suçlama
karşısında insan donup kalıyor. Ben iki yıldan beri kongrelerde seçimle
görev alan ve yerel yönetimlerde sorumlu eşbaşkan yardımcısıyım.
Komisyonumuz da yukarıda belirtildiği gibi partimizce
görevlendirilmiştir.
Belediye başkanlarını yönlendirmek, parti politikalarımız doğrultusunda
koordine etmek elbette görevimizdir. Bu parti içi işleyişimiz ve
ilişkilerimizdir. İddia ediyorum ki en demokratik ilişki ve işleyiş,
hukuk partimizde mevcuttur. Diğer partiler gibi aşırı hiyerarşik,
otoriter ve merkeziyetçi değiliz.
Şimdi tüm bunları görmezden gelerek komisyonumuzu illegalize ederek,
yetkilerimizi ve yaptıklarımızı başka yerlerle bağlantılandırarak
suçlanmak ne anlama geliyor?Hukuku bu kadar zorlayarak senaryolar
hazırlamak ancak ve ancak siyasi tasfiye amaçlı yönelimlerle izah
edilebilir. Buna başka anlam veremiyoruz.
Sizin gibi objektif yazmaya çalışan yazarların dabu durumlarda
zorlandığını tahmin ediyoruz. Doğru ve yanlış bilgilerin bu kadar içiçe
geçtiği at izinin it izine karıştığı, güvensizliğin olduğu bir ortamda
objektif bilgi ve karar vermek çok zor olsa gerek
Ahmet Altan bey de kaygısını dile getirmiş ve `öyle olmadığını
bilirsek sahipleniriz` anlamında bir yazmıştı.
Gazetecilik anlamında sorgulayıcı ve kuşku payı bırakarak yaklaşmak
anlaşılırdır ve doğrudur.
Ancak biz de kendimizi anlatmakta, inandırmakta bu kadar zorlanmak
istemiyoruz. Ben de 12 yıl cezaevinde kaldım. En büyük önyargı burada
oluşmaktadır. Ama cezaevinden çıktıktan sonra legal demokratik siyaset
alanında birşeyler yapmak sitedim. Bu suç mu? Elbette oluşmuş bir kimlik
ve kişiliğimiz var.
Özgürlük, eşitlik, adalet ve demokrasi istiyoruz. Bu değerleri
özümsemişiz. Yalnız bunu Türkiye bütünlüğü içinde, demokratik siyaset
yoluyla, sivil alanda yapmak istiyorum. Bu suç mu? Siz ne önerirsiniz?
Ya mutlak itaat ya da isyan dayatılması doğru mudur? Biz öl-öldür yerine
yaşa ve yaşat felsefesini esas alıyoruz.
Bizi anladığınız, anlayacağınız umuduyla yazdım. Sizin sorgulayıcı
parlak zekânıza, objektif ve sağduyulu anlayışınıza inanıyorum.
Sevgiyle kalın.
*DTP Eşgenel Başkan Yardımcısı Bayram altun |